Şideta li jinan li Ewropayê tê protestokirin-NÛ BÛ

Jinên Kurd ên li bajarê Dûîsbûrg, Koln û Frankfûrt ên Elmanya û Marsîlya û Rennes ên Fransa hatin ba hev, şideta li ser jinê protesto kirin.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel hate kirin, Amara Tolhildan axivî. Di axaftinan de hate diyarkirin ku li her derê cîhanê ji ber şideta civakî û ferdî bi milyonan jin ji ber welat, ol, reng ziyanê dibîne û jiyana xwe ji dest dide.

Dîsa di dewama çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel belavokek hate xwendin.

Çalakî bi dirûşmên ‘Ji şideta li ser jinê re na’, ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Hemû hêzên dagirker ji Kurdistanê bicehenimin’ hatin qîrkirin.

MARSÎLYA

Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan weke her Çarşemê îro jî li Marsîlya ya Fransayê li Qada Vîeûx-Portê çalakî kirin. Di çalakiyê de qetilkirina 3 jinên li Kobanê hate şermezarkirin û bi dirûşim û belavkirina belavokan dewleta Tirk protesto kirin.

KOLN

Bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê li Koln HBF’ê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokiirin. Di axaftinên hatin kriin de hate gotin ku dewleta Tirk li Kobanê 3 jin qetl kirin. Her wiha bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê.

FRANKFÛRT

Jinên ku bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Amara a Frankfûrt û Women Defend Rojava li Haûptwache ya Frakfûrt a Elmanyayê hatin ba hev şideta li ser jinê protesto kirin. Di çalakiyê de qetilkirina 3 jinan a li Kobanê protesto kirin û gotin: “Her cûre şidet û cînayeta li jinê sîstematîk e.”

RENNES

Kurdistaniyên bi pêşengtiya Komeleya Jinê ya Zîn û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Renes a Fankfûrtê li Place de Marîe hatin ba hev êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên ‘Ji şerê li Kurdistanê re na’, ‘Kudistan wê ji faşîstan re bibe goristan’ û dirûşmên ‘Kujer Erdogan’, ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.”