‘Xizmên me dewletê revandin, me careke din xwe negihandinê’

Dayikên Şemiyê, pirsa aqûbeta xizmên ku ji aliyê dewletê ve hatine windakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan pirs bikin û kujer werin darizandin di hefteya 805’emîn de ji ber vîrûsa koronayê li ser hesabên xwe yên medya civakî çalakî lidar xistin. Dayikên Şemiyê bi wesîleya 30’ê Tebaxê Roja Windayan a Cîhanê li aqûbeta hemû windayan pirsîn.

Di çalakiyê de ewilî keça Fehmî Tosûn ê 1995’an de hat windakirin Jiyan Tosûn axivî û destnîşan kir ku ew bi wesîleya Roja Windayan a Cîhanê carek din daxwazên xizmên windayan û Dayikên Şemiyê tînin ziman û got: “Em wek xizmên windayan û parêzvanên mafê mirovan peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) a bi darê zorê windakirin qebûl nakin. Sedemê wê jî pir zelal eşkere ye. Çimkî dewlet bi sûcên kiriye re naxwaze hevrû bimîne. Dewlet xemsar û bêhiqûqî nêzî meseleya windayan dibe û çavê xwe jê re digire. Peyman windakirinan wek sûcê mirovahiyê pênase dike. Em ê jî heta bepirsiyar derkevin pêşberî daraz têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştre birayê Hasan Karakoç ê di sala 1995’an de hat windakirin Hasan Karakoç jî bal kişand ser Roja Windayan a Cîhanê û got: “Bav, bira, hevjîn û xwîşkên me hatin windakirin. Ji aliyê hêzên dewletê ve bi darê zorê dihatin revandin û êşkence li wan dihat kirin û winda dikirin. Gorek bi hezaran winda jî nîne. Daxwaza me pir zelal e. Bila dewlet aqûbeta windayên me eşkere bike. Bila qatilan derxe pêşberî darazê. Bi kurtasî bila dewletê berpirsiyariya xwe bicih bîne. Tundî û îşkence jî li me were kirin em ê dest ji lêgerîna xizmên xwe bernedin.”

Daxuyaniya vê hefteyê xwişka Ayşenûr Şîmşek a di 1995’an de bi êşkenceyê dema destgîrkirî hate qetilkirinê, Fatma Şîmşek xwend û got li pey windayan êş û kûl û hêsir mane û ev êş didome. Şîmşek bi wesîleya Roja Windayan a Cîhanê bang li rayedarên dewletan kir û wiha got: Di serî de Serokkomar Erdogan û rêveberên dewletan divê dawî li bêhiqûqiya li ser xizmên windayan û li êşkenceyê bînin. Divê meqamên darazê dawî li bêcezakirinê bînin û bi wêrekî û bêalî ji bo windayan lêpirsînan birêve bibin. Em carek din bibîr dixin ku windakirin û îşkence sûc û şerma mirovahiyê ye. 25 sal in em tevî hemû zextan jî berxwedana xwe didomînin û em ê bidomînin.”