Xelata rûmetê ya jinê ya Clara Zetkîn da Feleknas Ûca yê

Di merasîma xelatan a li paytexta Elmanya Berlînê de xelata rûmetê ya jinê ya Clara Zetkîn da Feleknas Ûca.

Xelata rûmetê ya jinê ya Clara Zetkîn da Parlemetera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca. Di merasîma xelatê ya li paytexta Elmanya Berlînê hate lidarxistin de Seroka Partiya Çep Katja Kîppîng, Seroka Koma Çep a PE’yê Gabî Zîmmer, Parlemetera Partiya Çep a PE’yê Cornelîa Ernst, Parlemetera Parelemetoya Federal Caren Lay, Parlemeterê Parlementoya Eyaleta Berlînê Hakan Taş û rêxistinê cuda cuda yên ji Elmanyayê û organîzator beşdar bûn.

Di salona merasîma xelatdayînê de jinan dowîzên ‘NA’ li ser hatibûn nivîsandin bilind kirin, bang hate kirin ku di referndûma 16’ê Nîsanê de bêjin Na.

ROZA, CLARA, CANSIZ Û DEMÎR NIRXÊN ME YÊN HEVPARIN

Di merasîmê de Parlemetera HDP’ê Feleknas Ûca axivî û got: “Xelata Clara Zetkîn ji bo min rûmet e. Clara Zetkîn sembola têkoşîna azadiya jinê ye. Ji bo me jinên Kurdan jî rê nîşaneke. Roza, Clara, Sakîne û Sêvê nirxên me yên hevparin. Em ê ji niha û şûnde ala wan bilind bikin.

Bu ödülü başta siperlerde özgürlük mücadelesini veren kadınlara, zindanlarda direnen Figen Yüksekdağ ve yoldaşlarına, Kürdistan’ın fedakar ve onurlu, baş eğmeyen halklarına adıyorum” dedi.

Ûca wiha got: “Di serî de ez vê xelatê diyarî jinên têkoşîna azadiyê, Yuksekdag a li zindanê li ber xwe dide, hevrêyan, gelê Kurdistanê yê fedekar, rûmet û serhildêr dikim.”