Xabûr: Wê jin bi têkoşîna xwe jiyana azad biafirînin

Dicle Xabûr: Bi rihê berxwedaniya jinan û PKK’ê em jiyana azad misoger bikin, hişmendiya dagirkerî û netewdewlet têk bibin. Divê hemû roj bibe roja têkoşîna li dijî tundiya li jînê û divê hemû jin li derdara danezina KJK’ê xwe bi rêxsitînin bike.

Endama Koordînasyona KJK’ê Dicle Xabûr 25’ê Mijdar Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê û 40. salvegera damezrandina PKK’ê nirxand.

‘BI RUHÊ TÊKOŞÎNÊ JIYANA AZAD MÎSOGER DIBE’

Dicle Xabûr wiha dest bi gotinên xwe kir; “Roja 25’ ê Mijdarê weke roja têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinê hatiye pênasekirin. Lê belê mirov dikare bêje ku di rojekê wiha de û di vê sedsala bistîyekê de qirqîkirinek ne jî rêzê li ser jinana tê meşandin. Mirov dikare bêje ku qirkirinek mezin li ser jinana heye. Li hemberî vê qirkirinê divê yekbûna jinana çêbibe. Hem em tevgera jin û KJK’ê, me danezanek da diyarkirin li hemberî vê qirkirina jinan û di naveroka vê danezanê de hate diyarkirin pêwîst e jin çawa bikaribin xwe bi rêxsitin bikin û hêza xwe ya têkoşînê li hemberî dagirkeriyê bidin avakirin. Ne tenê di roja 25’ê Mijdarê de tundiya li dijî jinan tê kirin. Em dikarin bêjin ku çi roja ku tundî li ser zêhna jinê û bedena wê nehatiye meşandin nine.”

‘DIVÊ EM HEMÛ ROJAN BIKIN ROJA TÊKOŞÎNÊ’

Xabûr bi domdarî wiha got; “Bi têkoşîna jinan em dikarin pergala moderniteya kapîtalîzmê û hişmediya netewdewlet ya li ser kar têk bibînin. Di roja îro de qirkirinek mezin li ser jina tê kirin û divê hemû jin li hemberî vê qirkirinê rabin ser piyan û hêza xwe ya têkoşînê bidin avakirin li hemberî dagirkeriyê. Bêguman divê jin di milê xwe parastinê, zêhn û rêxsitînê de jî xwe pêş bêxin li hemberî hêzên hegomonik. Divê em roja 25’ ê Mijdarê bikin roja têkoşînê. Dema ku hêza jinan bibe yek ti hêzên dagirkeriyê wê nikaribin li hemberî wan bisekînin û bi vê hêza xwe ve dikarin jiyanek azad û wekhev ava bikin. Tundiya ku li jinê tê kirin politîk e.”

‘ÎRI EZ IM, SIBÊ TU YÎ’

Xabûr bal kişande li ser kampanyaya ‘Îro ez im, sibê tû yî’ û wiha pê de çû; “Divê jin hemû xwe li derdora vê kampanyayê rêxistiniya xwe bikin. Kampanya ku ji bo jinên Efrînê, rabin ser piyan hatiye destêkirin û divê hemû jin xwedî li vê kampanyeyê derbikevîn. Dîsa li Başur jî, kampanya jinê nekuje, jin jiyan e hatiye destpêkirin. Pergala dagirkeriyê vê baş dizane, yê ku destpêkê hatiye kolekirin jin e û bi vê re civak ji hatiye kolekirin. Divê em jin ji bo nirxên xwe hêza xwe ya têkoşînê bidin avakirin li hemberî pergala kapîtalîzimê. Hişmandiya Erdogan û hevalbedên wî hemû li ser têkbirana jinan e. Dema ku jin dest bide hevdu ti hêzên dagirkeriyê nikarin wan têk bibin. Bi hêza jinan civaka azad misoger dibe. Bi rihê konferansa jinan em ê hêza berxwedaniyê bidin avakirin û dagirkeriyê têk bibin.”

‘BI RUHÊ BERXWEDANIYA PKK’Ê JIYANA AZAD MÎSOGER DIBE’

Endama Koordinasyona KJK’ê Dicle Xabûr qala têkoşîna jinê ya di nava PKK’ê de jî kir û wiha got; “Em dikarin bibêjin ku avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê bersivek mezin bû li hemberî tundiya a ku li ser jinana tê meşandin. Partiya Karkerên Kurdistanê gelê Kurd ji wê xewa mirinê şiyar kiriye, îradeya azad ava kiriye. Hêzên dagirkeriyê digotin me wan di çiyayên agîrî de xistiye bin erdê û êdî nikarin serê xwe rabikin. Em dikarin bêjin ku berxwedaniya PKK’ ê hemû planên dagirkeriyê têk biriye. Gelê Kurd bi şervanê xwe yên azadiyê ve ev 40’ sal in têkoşîna jiyana azad didin û vê têkoşîna jiyana azad di roja îro de kiriye malê hemû mirovantiya azadîxwaz. Rêber APO bi ramanên xwe yên azad jiyanek nû daye avakirin, pergala dagirkeriyê û ya qomplogeran têk biriye, bi berxwedaniya xwe. Em ê bi rihê berxwedaniya Rêber APO û girtiyên azadiyê jiyana azad misoger bikin. Gelê Kurd ne ew gel e ku pêşengê xwe bifîroşe hêzên dagirkeriyê û xwe nafiroşe. Gelê Kurd bi berxwedaniya xwe yekbûna jiyana azad daye avakirin. Ne girtiyên azadiyê ne jî gelê Kurd serê xwe li hemberî faşîzmê netewandiye û wê netewênin jî. Wê bi berxwedaniya xwe hişmendiya netewdewlet û faşîzmê têk bibin.”

Em çalakiya Leyla Guven jî silav dikin. Divê hemû jinên têkoşer xwedî li çalekiya Leya Guven derbikeve.”