Weqfa Jinan a Ûtamarayê kongreya xwe li dar xist
Weqfa Jinan a Ûtamarayê 11. Kongreya xwe lidar xist. Di kongreyê de berxwedana jinan hate silavkirin û têkildarî dema nû plansazî hate amadekirin.
Weqfa Jinan a Ûtamarayê 11. Kongreya xwe lidar xist. Di kongreyê de berxwedana jinan hate silavkirin û têkildarî dema nû plansazî hate amadekirin.
Li bajarê Kasbach ê Elmanyayê Weqfa Jinan a Ûtamarayê ku bi giranî ji jinên Kurd û jinên koçber pêk tê 11’emîn Kongreya xwe lidar xist. Kongre bi deqeyeke rêzgirtin ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
'DESTHILATDARIYA ZILAM HER TIM DIKUJE'
Aktivîst Şukran Sîncer di destpêka kongreyê de axivî û got; "Îdeolojiya desthilatdariya zilam tenê şideta xwe di demên şer de diyar nake. Di nava civakê, malbatê, li malê, kolanan û cihê kar dide nîşandan. Yekser şîdet li jinê tê kirin. Dema herî giran a vê şîdetê, dema şer e. Şîdet piştî şer jî didome."
BERXWEDAN HATE SILAVKIRIN
Sîncer got ku şer rê li ber komkujî û întixara jinan vedike û di dewama axaftina xwe de berxwedana jinan a li Rojava, Şengal, Efrîn û li tevahiya Rojhilata Navîn silav kir.
PLANSAZÎ
Li gorî biryarên di kongreyê de hatin girtin Ûtamara wê hewl bide xwe bigihîne hemû jinên Kurd ên li Elmanyayê, bi desteka Wezareta Malbatê bi sernavê "Jin demokrasiyê bi pêş ve dibin' li mizgeft û malên cem projeyên hevpar bixe meriyetê. Her wiha biryar hate dayin ku ji bo jinên ciwan û dayik-zarokan kamp bêne lidarxistin, festîval ji bo zarokan bên organîzekirin, panel û semîner bên lidarxistin.
Weqfa Ûtamara ku li gorî rêziknameya xwe du salan carekê rêveberiya xwe hildibijêre, wê îsal bi rêveberî û hevserokên xwe yên par hilbijartibû, karê xwe bidomîne.