Wênekêşa Îranî Fatameh Aalî hate qetilkirin
Li eyaleta Bûşehr a Îranê, wênekêş Fatameh Aalî hate qetilkirin.
Li eyaleta Bûşehr a Îranê, wênekêş Fatameh Aalî hate qetilkirin.
Li gorî nûçeya Nûjinhayê, wênekêş Fatameh Aalî piştî ku ji bo kişandina wêneyan ji malê derket, hate qetilkirin. Li ser bedena Fatameh Aalî şopa kêrê hate dîtin.
Li heman eyaletê vê mehê bû 2 wênekêş ku hatin qetilkirin. Hate ragihandin ku kujer hatiye girtin.
Hate ragihandin ku kujer li xwe mikur hatiye kir ku bi telefonê gelek caran jin a ciwan aciz kiriye û piştre ew qetil kiriye.