'Wê 8'ê Adarê bi dengvedana berxwedana Efrînê bê pîrozkirin'

Yekîneyên Jinên Şengalê bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek weşand. YJŞ’ê got ku wê 8’ê Adarê bi dengvedana berxwedana Efrînê were pîroz kirin.

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya 8'Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi vîn û biryareke azad wê 8'ê Adarê bi rihê berxwedana Efrînê bê pîrozkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku jiyana azad bi ked û berxwedanê wê bê afirandin û wiha berdewam kir:"Komkujiya ku li Emerikayê hat jiyîn û di sedsala 20’mîn de deng da, berdewamiya hovîtiyan e yên ku bi sedsalan ji aliyê feraseta mêran ve tê jiyîn. Di encamê de, tacîz, tecavuz, kolekirin û dîlgirtin berhemên heman ferasetên desthilatdariya mêr e. Tabloya ku di sedsala 21’emîn de tê jiyîn, rewşek hîn xeternak radixe pêş çavan. Bi hemû awayî rastiyek wiha heye ku desthilatdar jinê weke amûrekê digire dest."

'BERXWEDANA CLARA ZETKİN BÛ RÊYA PÊŞKETINA JINÊ'

Di vî warî de, têkoşîn û rihê berxwedan a ku Clara Zetkîn pêş xistiye, di milekî de bûye tolhildan û şênberiya hemû jinên ku hatine şewitandin. Berxwedana Clara Zetkîn bû rêya pêşketina jinê. Him têkoşîna takekesî ya ku li hemberî qirkirina  jinan pêş xistiye, him jî bi avakirina hêza jinên birêxistinkirî, bûye şênberiya têkoşîna 8’ê Adarê û xwedî derketina kedê. Ya ku 8’ê Adarê bi me daye qezenckirin, têkoşîna Clara Zetkîn a ku xwedî zanist û sekna jina bihêz e.  Dîsa destkeftiyên ku 100 sal berê hatiye afirandin him di têkoşîna azadiya jinê de mîrateya cidî ava kiriye him jî çanda berxwedana ku her sal bi mezinbûnê berdewam dike daye afirandin. 8’ê Adarê bûye roja jinên cîhanê, hemû jin aniye gel hev û bûye sedema hevdû hembêzkirina tevahî jinên cîhanê. "

'HÊZA JINA ÊZÎDÎ DÊ RÊ NEDE ZEXT Û ZORDESTIYAN'

Êdî hêza jinên Êzidî ya ku li hemberî feraseta mêr bêje bes e û ji bo azadiya xwe bedel dayînê digire ber çavan, hatiye afirandin. Rêya şoreşê ya bi jina birêxistinkirî û xwedî zanist, tenê yek rê û rêbazê  gehîştina serkeftinê ye. Soza tolhildana bi hezaran jinên Êzidî yên ku hatine qetilkirin û di vê oxirê de her gavekî ku hatiye pêşxistin serkeftinê nêztir dike. Jin hêza bingehîn a afirandina jiyanê ye û helbet wê jiyana azad bi jina azad, ya ku ne aîdê tû kesî ye, tenê aîdê xwe ye, were afirandin.  Gotina Rêbertiya me ya ku dibêje. Ne tenê 8’ê Adarê, pêwist e her roj bibe roja jinê. Di vê wateyê de weke jinên Êzidî pêşxistina me ya hêza parastina cewherî dibe pêdivî. YJŞ’ê bi vê zanist û heqîqeta dîrokî hatiye avakirin û qasî ku wekê jinên Êzidî ji me re bûye hêvî, ji tevahî jinên cîhanê re bûye çavkaniya heviyê. YJŞ’ê ji bo jinên Êzidî yê ku xwe birêxistin û zanist kiriye û ji xweliyê xwe, xwe ji nû ve afirandiye, bûye hêza avakirina rihê şoreşê û bi azweriya azadiyê bûye hêza herikandina jiyanê."

Helbet hêza navendî yê ku vê rastiyê daye afirandin Rêbertiya me û felsefeya wî ya kûr e. Yê ku jinê xistiye navenda jiyanê û heqîqeta ‘jin, jiyan, azadî’ dide jiyankirin, hêz û rihê serkeftina vê dayê me Rêberê me û birdoziya wî ye. Meşaleya azadî û berxwedanê ya ku bi Clarayan dest pê kir, bi Sarayan, Nazêyan, Nûjiyanan û Zîlanan berdewam kir; bi hîn kûrtir xwe birêxistin kirin û mezinkirina jinên Êzidî û YJŞ’ê ve, wê ber bi serkeftinê bimeşe û jiyana azad wê bi destê jinên Êzidî were afirandin. Li ser vê bingehê,  em 8'ê Adarê di serî de li jinên Êzidî û hemû jinên cîhanê, pîroz dikin. Dê serkeftin wê bibe ya jinên birêxistinkirî û xwedî vîn. "