Wate û paşeroja konferansa dîrokî

Konferansa li Qamişloyê li hemberî tenêtî, înkar û belaweliya sed salî ya gelekî bersiva herî cidî û rêxistinî ye.

KONFERANSA YEKRÊZÎ Û YEKHELWESTA KURDÎ YA LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Gelê Kurd hewl da li xaka Rojava careke din paşeroja xwe ava bike. Ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dîasporayê û kolanên bi şer ên Rojhilata Navîn nûner li hev kom bûn. Ev civîn rawestgeheke nû ya rêwîtiyeke dirêj bû; nîşandana israr û jinûve lêgerîna li yekîtî û azadiyê bû.

Konferansa ku 26'ê Nîsana 2025'an li Qamişloyê li hev kom bû, li dijî parçebûna sedsalî ya gelekî bersivek bû. Li vî warê ku ji ber şer, dagirkerî û koçberiyê westiya ye, partiyên cuda yên Kurd, rêxistinên jinan, tevgerên civakî û aktîvîstên serbixwe li hev kom bûn. Armanc ew bû ku di paşeroja Sûriyeyê de mafê gotinê yê hevpar ê gelê Kurd misoger bikin, ji bo vê jî vîzyonekê ava bikin. Konferans weke danheviyeke civakî ya Şoreşa Rojava; berhema hişê gel ê bi şer û berxwedanê afirî ye, pêk hat. Ev kombûn ji 8'ê Kanûna 2024'an dema hilweşîna rejîma zordar a li Sûriyeyê û vir ve bû yek ji pêngavên siyasî yên herî mezin.

Sûriye bi hilweşîna rejîma Baasê re gihîşt asteke girîng û diyarker. Sîstema ku bi dehan salan cihêrengiya etnîkî, olî û civakî ditepisand hilweşiya û li pey xwe welatekî ji milyonan mirî, sirgûn û xerabûyî hişt. Di nava vê valahiyê de lêgerîna li peymaneke civakî ya nû destpê kir. Kurdan ev firsenda dîrokî ne tenê ji bo we, lê ji bo paşeroja demokratîk a tevahiya Sûriyeyê dîtin û bi vê berpirsyariyê tevgeriyan.

Fikrê esasî yê ku di encamnameya konferansê de hate destnîşankirin bi vî rengî bû: Nasnameya Kurdan wê di çarçoveya Sûriyeyeke ji pir etnîk, pir çand û pir neteweyî de bê parastin; mafên neteweyî yên Kurdan bi destûra bingehîn bêne ewlekirin. Ev nêzîkatî ne tenê bersiva li êşên bihurî bû, her wiha li hemberî krîzên gengaz ên dema bê jî girîng bû.

PAŞEROJEKE DEMOKRATÎK Û AZAD

Konferans li ser feraseteke siyasî gihîşt hev ku pîvanên azadiya jinê, mafên jinan û mafên mirovan ji xwe re dike esas. Bi taybetî tevlîbûna xurt a tevgerên jinan nîşan da ku Şoreşa Rojava xwedî mîrateyeke wekheviyê ya zindî ye. Li gorî encamnameyê;

Gelê Kurd wê di nava avahiya siyasî ya nû ya Sûriyeyê de bi bandor û wekhev bêne temsîlkirin,

Mafên Kurdan bêyî cudakirina beşeke civakî bi destûra bingehîn bêne ewlekirin,

Wê piştgirî ji modeleke dewletê ya nenavendî re bê dayin.

Ev pîvan ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên li Sûriyeyê weke manîfestoyeke aştiyê ye.

HEVSENGIYÊN HUNDIRÎN Û DERVE

Ev konferans ne tenê gaveke siyasî ya navxweyî ye, di heman demê de peyameke herêmî ye. Kurd dixwazin di avakirina Sûriyeya nû de bibin îradeyeke damezrîner a çalak. Ev îrade wê li feraseta gefxwarinê ya hêzên herêmî rast bê. Bi vî rengî;

Tirkiye statuyeke Kurdan weke 'xeta sor' pênase dike.

Îran bi fikar e ku tevgera Kurd a li Sûriyeyê li ser nifûsa xwe ya Kurdan bi bandor be.

Rejîma Sûriyeyê dest ji daxwaza xwe ya dewamkirina avaniya navendîperestiyê bernedaye.

Mijarên diyalog û aştiyê ku di konferansê de hatin destnîşankirin li paytextên Rojavayî û derdorên Neteweyên Yekbûyî bi baldarî têne şopandin. Ev zimanê dîplomatîk ku dikare rewabûna Kurdan a li qada navneteweyî zêde bike, ji bo karibin der barê paşeroja Sûriyeyê bibe xwedî maf, gaveke girîng e.

NEÇARÎ Û BERPIRSYARÎ

Weke ku di encamnameyê de bi şênberî hate gotin, konferans dixwaze di dema herî kurt de heyeteke Kurd a hevpar ava bike û bi aliyên pêwendîdar re dest bi danûstandinan bike. Ev yek bicihanîna gotinê ye. Gotinên yekîtiyê wê ji niha û pê ve êdî tenê di encamnameyan de nebe, li ser qenalên dîplomatîk, parastinê û temsîla siyasî veguherin gavên şênber.

Ev pêvajo wê bi nakokiyên hundirîn û zextên derve bê tecrûbekirin; pêwîstî wê bi sebir û biryardariyê hebe. Dibe ku ya herî girîng jî ew be ku ev banga nû ya li Rojava bilind bû ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo paşeroja demokratîk a hemû gelên Rojhilata Navîn bibe hêvî.

RÛPELA NÛ YA DÎROKÊ

Konferansa li Qamişloyê hat lidarxistin li hemberî tenêtî, înkar û belaweliya sed salî ya gelekî bersiva herî cidî û rêxistinî ye. Ev kombûnan dîrokî ya li Rojava di wê astê de ye ku ne tenê ji bo îro her wiha ji bo gelên paşerojê jî bandora xwe hebe. Yekîtî ne tenê gotineke; pêwîstiya xwe bi berpirsyarî, fedakarî û sebreke stratejîk a demdirêj heye. Eger Kurd eger karibin ji vê kêliya dîrokî hîn bibin, karibin trajediya gelekî parçebûyî li pey xwe bihêlin, wê karibin bibin pêşengên veguherîna demokratîk û aştiya herêmî. Dema bê, wê nîşan bide ku konferansa hatiye lidarxistin tenê notek e, yan jî wê gaveke welê be ku herikîna dîrokê biguherîne.

Ev yek ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo tevahiya mirovahiyê wê bibe dersek. Dema ku gelekî biryar da ku xwedî li çarenûsa xwe derkeve, dikare zincîrên herî giran ên cîhanê jî biqetînin. Dema ku dîrok rojekê hate nivîsandin, dibe ku ev gotin vê rojê vebêje: 'Di ezmûna herî zehmet a dîrokê de Kurdan ne parçebûn, lê yekî hilbijartin'.