Viyan Soran li Kerkûkê hate bibîranîn

Li navenda RJAK’ê ya Kerkûkê bi merasîmekê Fermandara YJA Starê Viyan Soran ku li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî lidar xistibû, hate bibîranîn.

Ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li navenda xwe ya li Kerkûkê bi merasîmekê Fermandara YJA Starê Viyan Soran (Leyla Walî Husên) a şeva  1’ê Sibatê li ser 2’yê Sibata 2006’an li dijî Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd çalakiyeke fedayî ku xwe şewitandibû, bibîr anî.

Di merasîmê de li gel ciwan û çalakvanên siyasî yên bajar hejmarek diyar a jinan cihê xwe girtin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di merasîmê de jînameya şehîd Viyan Soran (Leyla Walî Husên) ji aliyê ji aliyê hevrêya Viyan Soran û endama Meclîsa RJAK’ê Jîno Reşîd ve hate xwendin.

Jîno bal kişand ser têkoşîn û kesayeta şoreşger û berxwedêr a Şehîd Viyan Soran û diyar kir ku sala 2006’an li Heftenînê li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke fedayî şehîd dikeve.

Piştî axaftinê sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şoreşgerî ya Şehîd Viyan Soran hate nîşandan.

Bîranîn bi dirûşman dawî bû.