Viyan Leyla: Li dijî şerê taybet dema serîhildanê ye

Viyan Leyla diyar kir ku şerê taybet lawaziya dewletan nîşan dide û destnîşan kir ku bi têkoşîneke xurt ew ê karibin vî şerî têk bibin. Viyan Leyla got, divê jin parastina xwe radestî dewletê neke, divê xwe bi xwe biparêzin.

Endama PAJK'ê Viyan Leyla beşdarî bernameya 'Xwebûn' a Jin TV'ê bû û li ser şerê taybet ê dagirkeran axivî. Hevpeyvîna bi Viyan Leyla re bi vî rengî ye:

Şerê taybet çi ye û xwe çawa pergalî kiriye?

Wek tevger jî, wek gelê Kurdistanê jî em her roj bi pêkanînên şerê taybet re rû bi rû ne. Lewma danasîna şerê taybet wekî şerê taybet çi ye, xwe çawa rêxistin dike mijarekî girîng e. Hemû hêzên desthilatdar ji bo karibin desthilatiya xwe demdirêj bidomînin pêdiviyên xwe bi şer dibînin. Tu desthilatdar bê şer nikare xwe li ser piya bigre. Şerê desthilatdariyê temenê wan jî diyar dike. Avabûna dewletan wek sazîbûna desthilatdarî bi şer dest pêkiriye. Carînan bi şerê leşkerî bûne, carînan bi şerê serdestî bûne, carînan bi rêbazên zordarî bûne, amûrên zor şixûlandine, gelek êrîşên cudatir li ser civakan pêş xistine, qirkirin, asîmîlasyon pêk anîne. Li cihê ku zor an jî hêza leşkerî ya şer têrî nekirine vecarê jî serî li rêbazên şerê taybet dan. Şerê taybet şerekî dizî ye, şerekî bêqûral û bê qanûn e. Şerekî veşartî ye, girtî ye. Ji bo ku hêzên desthilatdar rûyên xwe yên qirêj û veşartî deşîfre nekin va rêbazan her şixûlandine. Em binêrin di dîrokê de yekem êrîş li ser jinê pêk tê. Desthilatdarî j jixwe li ser kolekirina jinê tê avakirin. Di şerê taybet jî şerê esasî li ser jinê tê meşandin. Armanca şerê taybet çi ye? Qirkirin, teslîm girtin û bê îrade hiştin e. Ger li cihekî qirkirina fizîkî encam negire, tu yê wek desthilatdar qirkirina çandî pêş bixe, qirkirina zilam, aborî, derûnî pêş bixe û bi her awayî tu yê civakê dorpêş bike. Em ji dîrokê vê jî dizanin, ji aliyekî ve pêkanînên desthilatdar, dewlet û zilam hene; lê ji milekî ve jî berxwedanî hene. Mînak jin hema yekser serî netewandine. Li hemberî hemû pêkanîn berxwedaniyek jî heye. Ji bo berxwedanî bê tepisandin şerê taybet tê şixûlandin. Armanc jî, kesên li hemberî te li ber xwe dide teslîmgirtin e. Qurbaniya yekem a şerê taybet jin in. Bi fêl, xapandin, lîstok, komplo, gelek polîtîkayên kûr re li ser jinê şerê taybet hatiye meşandin. Mesela em binêrin dema dewelt ava dibe, bi taybetî jinan digrin cihekî, li wir perwerde dikin, li gorî pergala dewlet zanabûnek, ferasetekî didin jinan. Jinên aîdî dewletê ava dikin. Ev polîtîkayekî teslîmgirtinê ye. An jî tirs ava dikin. Em werin Serdema Navîn. Gelek jin wekî cadû di agiran de tên şewitandin, tên daliqandin, tên teşhîr kirin. Her kesî vê peyamê didin. 'Ger hûn li dijberî me derkevin em ê li we jî wiha bikin.' Tirsekî bi vê şêwazê ava dikin. Di roja me îro de mînakekî şênber; Jinên ku ne li gorî mantiqê zilam û dewletê be ew jin bênamûs e, li dijî exlaqa civakê ye, bêdîn û bêîman e. Bi van mêzekirin û teşhîran jinan reş dikin. Jin dema li dijî wan jî derdikevin êdî tundî jî têr nake, tecawûz jî wekî çekekî, amûrekî esasî li ser jinan bikar tînin. Li ser bedena jinê teserrûfkirin heye, wekî mal û milkê xwe dîtin heye. Yanî jinê dixin mijara bezar e. Dewlet diguhere, hikûmet diguhere, kes diguhere, di malê de bira ye bav e piştre dizewice yanî zilamê malê diguhere; lê mantiq her eynî ye. Mantiq teslîmgirtin û îrade şikandin e. Li gel vê yekê şerê taybet çawa pergalî bû ev jî girîng e. Polîtîkayên şerê taybet ji hêla yek cihî, yek kesî yek dewletî naye meşandin. Şerê taybet polîtîkayeke navdewletî ye. Rêbazekî ku hemû dewlet li hev kirine, li hemberî hêzên ku dijberî dewletê ne mîna ekolojîst, kûltûralîst, femînîst, şoreşger, sosyalîst in û hwd. 

Em dikarin bêjin bi avabûna netewe dewletan re rêbazên şer destpê kiriye?

Rast e, avabûna netewe dewlet jixwe polîtîkayeke esasî ya desthilatdarî ye. Desthilatdarî di roja me îro de xwe wekî netewe dewlet pênase dike û wiha dimeşe. Hemû netewe dewlet di polîtakyên şerê taybet de bûn yek. Bi taybetî ji avabûna NATOyê em dizanin. NATO hêzekî navnetewî ya leşkerî ye. Ji bo şerê taybet bên rêxistinkirin maseyên taybet ên NATO, hêzên veşartî yên NATO bi navê Gladîo hene. Ji yek navendê ve polîtîkayên wan tên diyarkirin. Dibe ku li hemû welatan navê wan cuda cuda ye lê navend yek e. Navend jî NATO ye. Em ji Kurdistanê mînaka polîtîkayên wan bidin. Qetlîama Mereşê, derbeyê 12ê Îlonê, JITEM  ev hemû pêkanînên şerê taybet in. Avabûna NATOyê bixwe hebûnekî şerê taybet e. Qada ku ber biçav hemû qirêjiyên xwe dişûxilînin Rojhilata Navîn e. Erê, liviw mîna deryaya xwînê şerê fizîkî, qetlîam, qirkirina jin û gelan, baweriyan çêdikin. Em hê jî di bin gefa qtlîama fizîkî ne jî. Bi destê çeteyan vana kirin. Çete jî taktîkekî esasî ya şerê taybet e. Dibe ku nav destpêkê Gladîo bû lê di roja me îro de nav DAIŞ e, El Nusra ye. Di bin navê Îslamê de hêzên paravan ava kirin û berdana ser Rojhilata Navîn. Mirov dikare bêje, li gel van qetlîaman hêzên netewe dewlet, hêzên leşkerî û desthilatdariya heyî encamên dixwestin jî negirtin. Vêcare çi kirin? Şerê taybet xistin dewrê. Em jî baş dişopînin. Em jî di hedefa van êrîşan de ne. Yek asîmîlasyon dikin. Ji eslê xwe derxistin, dîrok û çanda xwe dûr xistin, mirovên bê hafîza, bê dîrok û çand avakirinê wekî rêbazên sereke dimeşînin. Wek entegrasyon pênase dikin, nerm nîşan didin. Nêzîkatiyeke ku Rojhilata Navîn piçûk jî dibînin heye. Wekî ku em hov in, nezan in dixwazin me entegreyî Ewrûpayê bikin. Bi vê re hewesa Ewrûpayîbûnê pêş dixin, polîtîkayên xwe rewa dikin, xwe wekî xilasker, hêzên azadî nîşan didin. Me li Efxanîstanê, Pakîstanê, Rojavayê Kurdistanê dît. Rewşa Iraqê li ber çav e. Bi kûrtasî dihelînin, mirovên wekî xwe ava dikin. Dibistanan ava dikin, weqfan vedikin, rêxsitinên sivîlan vedikin; qaşo perwerde didin, alîkarî didin zanistê tînn Rojhilata Navîn. Bi vê şêwazî pênase dikin lê armanc asîmîlasyon e. Polîtîkayekî dîtir guhertina demografya ye. Di Rojhilata Navîn de pir çêdibin. Koçbertî ferz dikin, welatan dide guhertin.

Em dikarin mînaka Êzidiyan li vir bidin. Mînak; Elmanya yek ji dewleteke sereke ye ku deriyê xwe ji Êzidiyan re vekiriye. Mirov divê li vir jî lîstokên şerê taybet bibîne.

Koçberkirina Êzidiyan ne tiştekî ji rêze ye. Bi taybetî li ser hatiye xebitandin. Ji bo Şengalê navenda êzidiyan ji Êzidiyan vala bikin, ji bo karibin polîtîkayên têxin meriyetê pêşiya koçberiyê vekirin. Mînaka din a guhertina demografyeyê Efrîn e. Li Efrînê bêhtir gelên Kurdistanî jiyan dikin, herêma Kurdan e. Lê çi kirin? Hemû gelên xwecihî ji wir derxistin û çeteyên xwe bi cih kirin. Niha dixwazin Efrîn wekî perçeyekî xwe nîşan bidin. Çawa dewleta Tirk Hatayê wisa girt, dixwazin heman tiştî ji bo Efrînê jî bikin. Li Sûrî polîtîkayeke Kembera Ereban heye. Li Tirkiye kesên ku ji Balkanan koç kirine li Kurdistanê hatine bi cihkirin da ku wê derê tevlîhev bikin. An jî pêşiya Kurdistanê vekirin, gundên wan şewitandin, qada karkirinê nehiştin, cerdevantî li ser Kurdan ferz kirin da ku neçarî koçberiyê bikin. Niha jî Kurd li metropolên Tirkiye li getoyan, kolîtan, varoşan jiyan dike. Ne derfetekî wan jiyanê ne jî şensekî wan civakbûnê dihêlin. Di aliyê fizîkî de jî rêbazan dişûxilînin. Madeyên hişbir, fihûş taktîkên şerê taybet in. Hemû keçên Êzidî yên ku koçber bûn di nav wan qempên koçberiyê de hatin bicîhkirin. Daneyên wan ên fermî jî xeterî û wehşeta rewşê radixîne ber çavan. Em nabêjin, dewlet bixwe îtîraf kir. Mesela di qempekî de çend keçên Êzidî bi polîtîkayên fihûşê re rû bi rû mane. Ew bixwe îtîraf dikin. Bi rêya xistina nav fihûşê re dixwazin civak teslîm bigrin. Di civakê de belvabûyîn, perçebûyîn, normên exlaqî re lîstin li ser van esasan teslîmgirtin û îrade şikandina civakan esas digrin. Li cihê ku jinê teslîm digrin, îradeya wan dişkînin îradeya civakê jî tê şikandin. Madeyên hişbir bi destê dewletan tên belavkirin. Qaşo ewqas nûçeyên derew diweşînin ka çiqas madeyên hişbir girtine, dest danîne ser û hwd. Bi destç xwe belav dikin jixwe. Em li Kurdistanê dibînin. Polîs bi destê xwe li pêşiya dibistanan difiroşin. Polîs dengê xwe ji ciwanên ku madeyên hişbir bi kar tînin re dengê xwe dernaxin. Ji vê pere qezenc dikin, bacê digrin. Ciwanên bê hiş, bê lêpirsîn, mêjiyekî hatî tevizandin ava dikin. Van hemûyan saziyek dimeşîne. Li Kurdistanê van hemûyan MIT dike. Girêdayî MIT, Serokatiya Şerê Taybet heye. Odeyên wan ên taybet hene. Li ser van rojane kar dikin. 

JOH- POH ên ku ji wan re hêzên taybet tên gotin, ev jî amûrên şerê taybet in.

Erê, temsîliyeta şerê taybet a li Kurdistanê ye. Wekî Daîreya Şerê Taybet pênase dikin. Yên tê de kî ne? Polîs in, cenderme ye. Tiştên me anî ser ziman rêxistin dikin. B destê wan hişbir tên belavkirin, keçên Kurd di bin navê evînê de tên xapandin, ajan tên rêxistinkirin. 

Lîberalîzm di şerê taybet de çawa tê şixûlandin? 

Tu şer bê zîhniyet nîne. Serketina şeran di zîhniyet de diyar dibe. Lingekî esasî yên şerê taybet şere psîkolojîk e. Hakîmiyeta hest û fikrê însan wê çawa bikin wê yekê dimeşînin. Ji ber ku heta tu hest û fikran desteser neke fizîk tena xwe naye wateya hatiye esîr girtin. Gelek amûrên şerê taybet hene. Em lîberalîzmê wekî olê esasî ya kapîtalîzmê pênase dikin. Mirovên takekes, bê xem, berjewendperest avakirin ji bo lîberalîzmê serkeftinek e. Mesela olperestî, netewperestî, zayendperestî, zanistperestî dişûxilînin.  Însanan bi olekî ve girê didin. Ol wekî amûrekî dişûxilînin. Êdî mirov tu tiştekî napirse. An jî ji bo netewek tenê serdest be wê netewê pîroz dikin, mirov hemû li pey wî netewî dibezin. Her tiştî dixin sembol. 

Milîtarîzm jî di demên dawî de zehf hatiye gûrkirin.

Ev jî girêdayî netewperestî ye. Qada leşkerî saziya herî xurt e. Mesela ji sazîbûna artêşa Tirk jî dizanin. Gelek sloganên wan jî hene. Mînak dibêjin, "her Tirk esker tê cîhanê. Eskerê Tirk bedelî hemû cîhanê ye." Ev zîhniyet çi ava dike. Tu dibêje, naxwe ez her tişt im. Civak jî ne tiştek e. Bîrdoziya herî xurt a ku mîlîtarîzmê gur dike zayendperestî ye. Hemû saziyên eskertî xwe dispêrin zayendperestî. Rol ji jin û zilaman re tê dayîn. Zanistperestî jî di bin venerîna desthilatdariyê de ye. Wek şerên teknolojîk, feza qaşo modern tên binavkirin. Hemû bi çekên kîmyewî, nûkleer xwe rêxistin dikin. Hemû jî ji bo berdewamkirina desthilatdariyê ne. Ev zîhniyet çawa belavî civakê dibe ev yek jî girîng e. Manîpûlasyon rêbazekî sereke ye. Tiştekî derew 100 carî nîşanî civakê dike. Fîlman çêdike, nûçeyan çêdike. Civak dibêje erê dibe ku rast be. Hemû saziyên xwe ji bo ku tu wiha bifikirî dixe tevgerê. Carîna dibe ku nakokiyên te çêbibe. Yekser manîpûle dike. Li ser van nakokiyan dişûxilin. Ji xwe şerê taybet bê ajîtasyon û propaganda nabe. Naxwe wê çawa xwe bigihînin civakê. Ma ne nikarin hemû civakê bikin sîxûr. Jixwe ewqasî bihêz nînin. Ji ber ku bê hêz e jixwe girîngî dide şerê taybet. JI bo vê jî medya dişûxilîne. Nûçeyên wan binêrin, fîlm rêze fîlmên wan binêrin, bîrdozya wan tê fêmkirin. Di hemû rêzefîlman de jin jina malê ye, jina xizmetî mêrê xwe dike, zarokan mêzin dike, li derdora jinê herî kêm 3-4 zarok hene. Jin yan di mitbaxê de xwarin çêdike, firaq dişo yan jî zilam lê dide ew jî bêdeng dimîne. Ev modela wan a ji bo jinan rewa dibînin. Zilam jî acîz dibe, teng dibe ew jî li ser jinê tundî dike. Bi vî şeklî tundiya li ser jinê jî rewa dikin. Ji bo bertek dernekevin nûçeyan wisa nîşan didin adeta tundiyê teşwîq dikin. Rê û rêbazan nîşan didin. Divê em her tim medyaya desthilatdariyê lêpirsîn bikin. Tiştên nîşanî me didin berevajî bifikirin. Di cîhanê de ti medya cih nade hêzên şoreşger, hêzên dij pergalê. Ew bixwe jî pergalê rexne bikin, ew bixwe dikin. Serhildanên Rojhilatê Kurdistanê, ên JIN JIYAN AZADÎ çêbûn. Em dizanin nêzîkatiya Emerîka û hêzên emperyalîst li hemberî Îranê çawa ne. Ji bo xwe serhildanan wekî firsend dîtin û cih dan di medyaya xwe de. Naxwe ew jin birastî çi dixwazin ne xema wan e. Ji bo berjewendiyên xwe cih dan. Ji bo vê yekê hişyarbûn lazim e. Divê em baweriya pê neynin.

Li Kurdistanê pêkanînên çawa yên şerê taybet hene?

Pêkanîn ji yek mekanîzmayê ve tên şixûlandin. Kurdistanê perçe kirin, dabeş kirin. Her yek ji wan xistin bin venerîna dewletekî. Kurdan wekî gef li hemberî wan dewletan dişûxilînin. Wan dewletan jî wekî gef li hemberî Kurdan dişûxilînin. Rêbaz taktîk tên guhertin lê mentiq eynî ye. Mentîq îmka û înkara Kurdan e. Em di sedsala 21. de ne hê jî hebûna kurdan tê nîqaşkirin. Kurd êdî bûne nav û deng, herkes behsa berxwedaniya Kurdan dike. Li Kurdistanê pêşengtiya Kurdan çawa ye ev tên nîqaşkirin. Şoreşa Rojava, Serhildanên Rojhilat, berxwedaniya bêhempa ya Bakurê Kurdistanê, nerazîbûnên Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên navdewletî tên nîqaşkirin. Lê hê jî desthilatdar hebûna kurdan nîqaş dikin. Di nav ciwanên Kurdistanê de bi taybetî jî li Rojhilatê Kurdistanê madeyên hişbir tên bikaranîn. Li Rojava jî hewil didin têxin nav civakê. Dewleta Tirk û dewletên dagirker ên li Kurdistanê jin û ciwanan kirine hedef. Ji bo ku ew pêşengtiya civakê dikin. Ji bo teslîmgirtina jinên ciwan çi dikin? Fihûş, înternet, medyaya sanal bi taybetî dişûxilînin. Ajoyên wan derdixin holê. Tiştên dij civakê nîşan didin. Ciwanên ku serê xwe ji ser Înternetê ranake, hemû tiştan di wan telefon û Kompitiran de dibîne ava dikin. An jî li ser Înternetan qaşo ji xwe re heval û evîndar dibînin. Bi van şêwazan jinên ciwan dixapînin dixin xefka xwe. Di rastî de ji xwe re elemanan ava dikin. 

An jî berê wan didin Ewrûpa û ji bo karibin biçin Ewrûpa jî sîxûrtiyê qebûl dikin.

Koçberî jî di salên dawî de pir zêde bûne. Li her perçeyekî Kurdistanê taybet dişûxilin. Li Bakur bi fihûş û madeyên hişbir dike. Li Rojava, dixwaze fihûş û sîxûrtî dixe meriyetê. Pêşengên Tevgera Azadiyê, hêzên gelan dike hedef. Li Şengalê jî heman pêkanîn hene. Li Mexmûr û Başûrê Kurdistanê bi tecawûzan, bêîradekirinan re ciwanan ji rastiya wan dûr dixin. Sîxûrtî pêş dixin. Li Rojhilate Kurdistanê rêbazên sîxekirin pêş dixin. Divê em baldar bibin. Îran Besîcan xurt dikin, Tirkiye MITê xurt dikin. 

Îro Tevgera Azadiyê wekî tevgereke terorîst tê nîşandayîn. Li hemberî tevgera we şerekî çawa tê meşandin?

Em bi vana re pir zêde rû bi rû dimînin. Ji ber ku em tevgereke şoreşger in û li dijî desthilatdarî û dewletan alternatîfek in. Lewma li hemberî me bi awayekî pergalî şer tê meşandin. Li dijî me wek JITEM, wek qorûci, faîlî meçhûl xwe rêxistin kir netewe dewlet. Bi şerên teknolojîk, kîmyewî xwe rêxistinkirin lê encam negirtin. Gelek hikûmet hatin guhertin, gelek dewlet hatin hilweşandin, gelek rejîm hatin guhertin lê em wek Tevgera Azadî hê jî hene. Lê şerê xwe yên taybet berdewam dikin. Mînak di derbara jiyana me de derewan belav dikin. Aliyên têkiliyên jin û zilam de derewan belav dikin. Qaşo em têkiliyekî dij exlaqa civakê dijîn. Halbûkî civaka me, me nas dike. Ew bixwe vala derketine. Bi cenazeyên hevalên me yên şehîd re çawa lîstin, çawa tecawûzî cenazeyên me kirin ev hemû rastiya wan derxiste holê. Niha ew di televîzyonên xwe de têkiliyên me nîqaş dikin. Sîxûr dişînin nav me, dibe ku hêjmarekî ne zêde ye lê pêkanîna şerê taybet e. Piranî malbatê Kurdistanî ne. Ji bo ku jiyana me tevlîhev bikin, têkiliyên xirab çêbikin, jiyana me xira bikin tên şandin. Lê ew bixwe ji me, ji hevaltî û têkilyên me bandor dibin, poşman dibin. Gelek hevalên bi şêwazê wek sîxûr hatine, poşman bûne piştre jî şehîd ketine. Li hemberî me tevgeran ava dikin, wekî alternatîf nîşan didin. Gelek tevgerên jin rêxistin kirin lê berpirsên wan jî zilam in. Li dijî paradîgmaya me ya azadiya jinê nîqaşên bêzayendîtî, zayendên cudatir xistin rojevê. Ev jî nebû. Ji bo navbera me û tevgerên femînîst xira bikin nîqaşan dan destpêkirin lê îro hemû cîhan dibêjin ku ew ji pêşengtiya Tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê îlham digrin. Ew lîstok wê berdewam bikin. Em wek Tevger hiyar in. Lê divê civaka me dijminê xwe baş nas bike, xwe perwerde bikin. Bi taybetî dayîkên me keçên ciwan hişyar bikin. Wê li hemberî dijmin xwe çawa biparêzin, li hemberî sîxûrbûyînê awa bisekinin, li hemberî destavêtin, tehdît, tirsandin xwe perwerde bikin. Ji bo vê zanabûna dijmin pir girîng e. Li gel vê rêxistinbûyîn pir girîng e. Li gel rêxistinbûyîn têkoşîn jî lazim e. Divê em 24 saet di rewşa têkoşînê de bin. Di kolanan van pêkanînan deşîfre bikin, zilamên qetil, tecewûzkar, tacîzkar teşhîr bikin, polîtîkayên li ser beden rûh, fikir hestên jinan dimeşîne xwe biparêzin. Dewlet ji bo me teslîm bigre, înkar bike, îmha bike şerê taybet pêş xistiye. Em nikarin parastina xwe teslîmî hêzên dewletê bikin. Wê jin jinan biparêzin. Qadên me yên têkoşînê berfireh in. Çiyayên me yên azad hene. Li hemberî van pêkanîn pêvajo pêvajoya serî rakirinê ye, ne serî tewandinê ye. Em di çavên xwe de jî pir mezin nekin. Şerê taybet lewaztiya dewletan nîşan dide. Ger em têkoşîneke dijwar bimeşînin, em dikarin encamekî xurt derbixin.