Viyan: Jinên Îranê li ser daxwazên xwe radîkal in

Endama Koma Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê KJAR Peyman Viyan, ragihand ku jinên Îranê bi awayekî radîkal daxwaza mafê xwe dikin û ji têkoşîna demokratîk re pêşeng in.

Endama Koma Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan serhildanên du salên dawî yên bi pêşengtiya jinên Îranê rû dayî, ji ANF'ê re nirxand.

Peyman Viyan bal kişand ser rola jinên Îranê û bandora krîza aborî ya li ser jinên Îranê û got: "Ew krîza siyasî û aborî ya li Îranê rû da bandorek mezin li ser gelên Îranê, her wiha di hêla aborî û siyasî de bandorek giran li jinan kir. Di nava civakê de jî yên herî zêde astengiyên siyasî û aborî li wan tê kirin dîsa jin in. Ji ber ku bi salan e Îran jinan di hêla siyasî û aborî de bê rol hiştine û rê nade ku jin bibe xwedî îradeya xwe ya xweser. Her wiha nahêle ku mafê xwe jî biparêze."

'JIN LI SER DAXWAZÊN XWE RADÎKAL IN'

Viyan, işaret bi siyaseta Îranê ya li ser jinan jî kir û wiha domand, “Îran ji bo ew jinên ku li hemberî sîstemê derdikevin, siyaseta teng kirina mafê jinan dimeşîne û neçarî rêya ku ew nîşan didin dikin. Jinan neçarî sîstema zilamsalarî dikin. Jinan teşwîqî rêyên ne exlaqî dikin û ev jî bûye sedema pêşketina fihûşê.”

‘JINÊN ÎRANÊ ZEXTAN QEBÛL NAKIN’

Têkildarî taybetmendiyên jinên Îranê jî Peyman Viyan wiha axivî: “Jinên Îranê xwedî wê taybetmendiyê ne ku zextên li ser xwe qebul nake. Di 40 salên dawî de ligel ku zextek zêde li ser jinan hene jî, lê jinan serê xwe netewandiye”

‘BI DEHAN JIN JI BO MAFÊN XWE YÊN BINGEHÎN DI GIRTÎGEHÊ DE NE’

Viyan, qala jinên girtî yên li girtîgehan de jî kir û wiha domand: “Niha bi dehan jin di girtîgehê de ne. sedema wê jî ew e ku tenê daxwaza mafên xwe yên bingehîn kirine û daxwaza azadiyê kirine. Jin di çalakiyên xwe de hêz didin civakê û bê mafiyê qebul nakin. Di çil salên dawî de jin di pêşengtiya çalakiyan de xwedî rol in. Bi çalakiyên xwe peyam didin rejîmê û dibêjin qanûnên hûn derdixin dijî jinane, ew qanun nikare bibe çareserî.”

‘JINÊN ROJAVA BANDORA XWE LI SER JINÊ ÎRANÊ KIR’

Derbarê bandora jinên Rojavayê Kurdistanê ya li ser jinên Îranê jî Peyman Viyan wiha şîrove kir; “Di çend salên dawî de jin li Rojhilata Navîn bûne xwedî rol, nexasim jî li Rojavayê Kurdistanê. Ev jî dibe sedem ku jinên Îranê li xwe bawer be û di çalakiyan de pêşengtiyê bikin. Eger jin serî hildin, wê hêz bidin hemû civakê. Ji ber wê Îran ji hêz û îradeya jinan ditirse. Îran dixwaze di kesayeta jinan de hewl dide hemû civakê bêdeng bike. Li hemberî xwe muxalefeta herî mezin, jinan dibine.”

Di dewama nirxandina xwe de Peyman Viyan cih da çalakiyên du salên dawî yên jinên Îranê ku ji bo rakirina qanûna neçarî ya Hîcab wergirtinê û wiha domand: “Mafê asayî yê jinan e ku çi cil û berg li xwe bike. Bi hatina ser kar ya rejîmê, yekem karê ku kirî mafê jinan yê xwezayî qedexe kirin. Li ser jinan hîcab wergirtin didin pêkanîn û dikin qanûnî. Di hêla siyasî, hûnerî û werzîşî de jinan asteng dikin. Daxwazên jinan ne wek mafek asayî wek mafek siyasî dibinin. Dema ku jin daxwaza mafên xwe dikin, weke ku li dijî qanuna Îranê derdikevin nişan didin. Ji ber ku Nêrgiz Mihemed xwestiye hîcabiya neçarî nemine, niha di girtîgehê de êşkence dibîne. Em jî weke KJAR’ê, wê weke mafek asayî dibinin û dijbertiya wê weke beşeke çalakiya xwe dibînin. Li gorî me ev rejîm di hişmendî de li dijî jinan e. Her wiha di qanûnên xwe de qala pîroziya jinê dikin, lê di naveroka qanûnan de dijberiya jinê dikin.”

‘DIVÊ LI DIJÎ QANÛNÊN ÎRANÊ TÊBIKOŞIN’

Peyman Viyan ragihand ku divê jin li dijî qanûnên Îranê têbikoşin û wiha domand; “Li gorî qanûna Îranê mafên weke werzîş, huner û hwd din ji bo jinan nayê dayîn. Li gor heman qanûnê rê ji bo zewaca temenê biçûk hatiye dayîn. Ji ber wê karê têkoşîna me ya bingehîn li dijî qanûna bingehîn a Îranê, hişmendiya zilamsalarî ye ku niha li Îranê heye. Niha li Îranê bi hezaran jin girtî ne û êşkence li wan tê kirin. Îran, hewl dide mafên bingehên ên jinan binpê bike û pirsgirêka jinan tenê wek hîcab nîşan bidin. Lê pirsgirêka jinan çavkaniya xwe ji hebûna hişmendiya klasîk û aliyên oldariya dogmatîk digire. Ew jî rasterast li dijî jinan e.”

‘HÊZA XWE PARASTINÊ PÊWÎSTIYEKE’

Endama KJAR’ê Peyman Viyan beşek ji nirxandina xwe ji bo xweparastina jinên Îranê veqetand û got; “Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêwîstiya jinan bi xweparastinê heye. Lewma di hêla fîzîkî û fikrî de tên qetilkirin. Eger di vê serdema ku niha tê de dijîn hêza xweparastin û rêxistinkirinê nebe, nikare li hemberî hişmendiya desthilatdar a Îranê têbikoşin. Ji bo jinên Îranê pêwîste du xal li ber çav were girtin. Ya yekem; Xwe rêxistinkirin û avakirina yekîtiya jinan e. Ya duyemîn; Avakirina hêza parastina jinan e.

Parastin, tenê nayê wateya parastina çekdarî. Her wiha dikare di hêla xwe rêxistinkirin û zanistî de jî xwe pêş bixin. Ew jî dibe beşek ji xwe parastinê. Lê di roja me ya îro de piranî di hêla fîzîkî de tên kuştin û êşkence li wan tê kirin. Ji ber wê rakirina ji bo jinan erkeke. Îran hewl dide ew kuştina ku li ser jinan dike, weke pirsgirêkek civakî nîşan bide û girîng nabîne ku lêpirsîn jî bike. Ji ber wê divê em hêzek çekdarî ya jinan jî ava bikin. Çawa ku DAÎŞ’ê êrîşî jin an kir û li hember wê xwe parast, di niha de di nav Îranê de li hember hişmendiya rejîmê ku dijî jinane, pêwîstiya me bi hêza parastina jinan heye.”

‘JI BO DEMOKRATÎKBÛNA ÎRANÊ JIN PÊŞENGIYA TÊKOŞÎNÊ DIKE’

Peyman Viyan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkoşîna me ne tenê ji bo jinên Kurd e, ji bo hemû gelên Îranê ye. Em weke Komelga Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) dixwazin hemû jinan hemêz bikin. Parastina jinên Faris û Belûcî jî weke erka xwe dibînin. Têkoşîna me li dijî hişmendiya desthilatdariya Îranê ye. Ji dîrokê heya niha jinan bi têkoşîna xwe serkeftin bi destxistine. Ji ber wê ya li hember wê zilmê di raweste berxwedane. Hemû jinên Îranê hemû cûre metirsiyên zilma rejîmê dane ber çav. Li Îranê jin hatine kuştin û êşkence kirin, lê qet li hemberî rejîmê serî netewandine û dest ji bawerbûna xwe ne berdane. Ji bo azadiyê her tişt dane ber çav. Ev jî dibe sedem ku çi di nav civakê de, çi di nav parlamen û çi jî li çiyayan me erkdar dike. Divê em hemû xwe bikin yek û têkoşîna azadiya jinan bi ser bixin da ku ji bo dîrokê îspat bikin ku ji bo Îraneke demokatîk û azad jin pêşengtiya têkoşînê dikin.”