'Yuksel biryardarî û xîreta têkoşînê ji me re hişt'

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fatma Kûrtûlan Turkan Yuksel a li Şirnexê şehîd bû b bîr anî û got, "Turkan, biryardarî û xîreta têkoşînê û evîna azadiyê ji me jinan re hiştin."

Turkan Yuksel (Nûdem Maraş), ku demeke dirêj cihê xwe di nava têkoşîna jinê de girt û pişte tevlî nava refên YJA Starê bû, 22-28'ê Nîsana 2017'an li Şirnexê di dema operasyonê de şehîd bû. Yuksel a li navçeya Elbîstan a Mereşê ji dayik bû, navbera salên 1997-2011'ê di nava karê Baskê DEHAP'ê yê Jinan û Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) de cih girt. Yuksel di nava Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) û Partiya Civaka Demokratîk (DTP) jî kar kir.

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fatma Kûrtûlan, ku demeke dirêj bi Yuksel re di nava têkoşîna jinan de cih girt, qala wê kir.

'MIROVEKE KU NÊRÎN Û HIŞMENDIYA JINÊ PEJIRANDIBÛ'

Kûrtûlan bibîr xist, ku Yuksel di emrê ciwantiyê de dest bi têkoşînê kir û jineke ku kêfxweş û rûken bû, keseke ku nêrîn û hişmendiya jinê pejirandibû. Kûrtûlan got, "Timî dikeniya û ken gelekî lê dihat. Turkan li gorî nêrîn, hişmendî û nasnameya jinê li bûyeran dinerî, li ser esasê nasnameya jinê û hişmendiya zayendî hewl dida li her qadê têbikoşe û di vî warî de jî serketî bû. Hevalek bû ku ji bo me hemûyan bûbû mînak. Me hêz jê digirt. Ev gelekî girîng bû."

Kûrtûlan da zanîn, ku wê bi Yuksel re di nava DTP,DOKH û hilbijartinên herêmî yên 2009'an de li Wanê kar kiriye û anî ziman, Yuksel rêxistinbûna gel gelekî girîng didît û di vî warî de gelekî hewl da.

TEVKARIYA WÊ YA LI SIYASETA DEMOKRATÎK

Kûrtûlan bal kişand ser tecrûbeya nû ya tevgea siyasî ya Kurd a li Meclîsê û diya rkir, Turkan Yuksel kedeke mezin da koma jinê ya li Meclîsê. Kûrtûlan qala wê demê kir: "Piştî tecrûbeya Leyla Zana, parlamenteke ku hejmara jinên Kurd lê zêde bû, derket holê. Wê demê, kedeke mezin a Turkan hebû. Yanî bi teşwîka Turkan em li wê derê bûn xwedî sekneke jinê ya rêxistinbûyî, têkildarî jinan me kar kir û şîdeta jinê raxistin pêş çavan. Ji ber ku gelekî li ser vê mijarê disekinî. Wê wextê em komeke biçûk bûn, koma jinan ji 8 kesan pêk dihat."

'JI BER PÊKANÎNÊN ANTÎ DEMOKRATÎK BERÊ XWE DA ÇIYÊ'

Fatma Kûrtûlan anî ziman, tevî hemû hewldan û têkoşîna wan jî rêyên siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê vekirî nînin û got, "Eger Turkan derfetê siyaseta demokratîk bidîta, eger ew rê vekirîbûna, em ê rû neda. Bêguman ev ji bo her kesî derbas dibe. Sîstema antî demokratîk a li Tirkiyeyê, helwestên faşîzan ên roj bi roj zêde dibin, serdestiya van kiryaran li her qadên jiyanê, rêya çiyê vekirî dihêlin. Lewma mirovên ku il vê derê wê derfetê nabînin berê xwe didin çiyê. Rewşa Turkan jî bi vî rengî ye. Yanî ji bo rêya siyaseta demokratîk bê vdekirin, ji bo azadiya jinê û siyaseta demokratîk gelekî têkoşiya. Turkan bi rengekî fedakar û bi dîsîplîn ji bo vê xebitî."

'BIRYARDARÎ Û XÎRETA TÊKOŞÎNÊ JI ME RE HIŞT'

Kûrtûlan diyar kir, ku şehadeta Yuksel ji bo nasname û têkoşîna jinê windahiyeke mezin e û bal kişand ser mîrateya ku Yuksel li dû xwe hiştiye: "Turkan biryardarî û xîreta têkoşînê, evîna azadiyê ji me jinan re hişt." Kûrtûlan diyar kir, ku hûrbûna li ser dîroka jinê, tê wateya kişfkirina sîstema baviksalariyê û destnîşan kir, ku Turkan ji bo bidestxistina hêza têkoşîna li dijî vê, pêşengî dikir.