Tundiya li jinê li Ewropayê hate şermezarkirin

Li bajarên Dûîsbûrg, Koln û Frankfûrtê yên Elmanyayê  û li bajarên Marsîlya û Rennes ên Fransayê jinên Kurd daketin qadan û tundiya li jinan şermezar kirin.

DÛÎSBÛRG: Bi pêşeniya Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel li Avendûnkplatzê çalakiyek pêk hat. Amara Tolhildan bi navê meclîsê axivî û bi bîr xist ku li her devera cîhanê rojane bi milyonan jin zerarê ji tundiyê dibînin û gelek jiyana xwe ji dest didin. Di çalakiyê de belavoka meclîsê ya li ser mijarê hate xwendin û dirûşmên "Na ji tundiya li jinê re", "Jin, jiyan, azadî", "Dagirker ji Kurdistanê bicehimin", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

MARSÎLYA: Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li meydana Vîeûx-Portê jinên Kurd stand danîn. Di çalakiyê de kuştina 3 jinên Kurd li Kobanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate şermezarkirin û belavok hatin belavkirin.

KOLN: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê û Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk çalakiyek li dar xistin. Qisekeran bal kişandin ser komkujiya ku dewleta Tirk li Kobanê kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze sîstema li Rojavayê Kurdistanê hilweşîne. Her wiha êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê jî hatin bibîrxistin û şermezarkirin.

FRANKFÛRT: Çalakî li Haûptwacheyê pêk hat û tundiya li jinan hate şermezarkirin. Di çalakiyê de hate gotin, "Her cûre êrişên li dijî jinê û kuştina jinê bi rêk û pêk e." Di çalakiyê de her wiha wêneyên Zeynep Celaliyan hate hildan û bi daxuyaniyekê li aqûbeta wê hate pirsîn.

RENNES: Bi pêşengiya Komeleya Civaka Demokratîk a Kurd û Komeleya Jinê ya Zîn li Place de Marîne çalakiyek hate lidarxistin û bi qîrîna dirûşman dewleta Tirk hate şermezarkirin. Di dema çalakiyê de têkildarî mijarê daxuyaniyek hate dayin.

VILLIER LE BEL: Li banliyoya Vîllîer le Bel a Parîsê, êrişên dewleta Tirk bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. Kurdistanî heta stasyonê meşiyan û piştre mîtîngek li dar xistin. Hevserokê CDK-F'yê Veysel Keser li qada çalakiyê axivî û diyar kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan dawiya xwe bi xwe li Kurdistanê amade dike.

LOZAN: Kuştina 3 jinên Kurd li Kobanê bi destê dewleta Tirk a dagirker ve, li bajarê Lozan ê Swîsreyê hate şermezarkirin. Komek ji jinan bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Lajin li pêşiya dêra St. Laûrentê li hev kom bûn û komkujiyên dewleta Tirk û êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê şermezar kirin.