Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî û qala naveroka hevdîtina li Îmraliyê kir.
Tulay Hatîmogûllari bi bîr xist ku hevdîtina duyemîn a Îmraliyê pêk hat ku gelên Tirkiyeyê meraq dikir û got, "Di hevdîtina li Îmraliyê de axaftin li ser çi hate kirin? Neşxerêya ji hevdîtinên li Îmraliyê bêguman mijareke ku Tirk, Kurd û hemû gelên vî welatî li bendê ne. Em bi vê zanin. Beriya ku der barê mijarê agahiyên berfireh bidim, dixwazim silavên Birêz Ocalan ji bo hemû welatiyan ji vê derê bi we re parve bikim.
Birêz Ocalan di hevdîtinê de gotiye, 'Ez karê xwe dewam dikim'. Têkildarî hevdîtina ku raya giştî li bendê bû, dixwazim çend xisûsên girîng ên ku civaka Tirkiyeyê eleqedar dike bi we re parve bikim. Birêz Ocalan diyar kir ku di demeke dîrokî de ne ku krîzên navneteweyî, neteweyî û herêmî ketine ser hev. Got, 'Di vê dema ji krîzan de têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê mijûlkirin û meşandina polîtîkaya li bendê bisekine-bibîne, wê bibe nebaşiya herî mezin ku li gelên Tirkiyeyê bê kirin'.
Li hemberî krîza rêya parastina civaka Tirkiyeyê û gelên herêmê diyar e. Banga Birêz Ocalan zelal e. Çareya yekane ya rizgariya ji krîzan ew e ku Tirkiye ber bi zemîna demokrasiyê ve bê kişandin. Di vê çarçoveyê de Birêz Ocalan di vê hevdîtinê de careke din destnîşan kir ku ew dixwaze meseleyê ji ser zemîna tundî û şer bikişîne ser zemîna siyaseta demokratîk û hiqûqê. Mîna ku Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de jî destnîşan kir ku lihevkirinên di demên krîtîk ên dîrokê de tevkariyeke girîng li çareseriya pirsgirêkan dike.
Di hevdîtina 22'ê Çileyê de Birêz Ocalan anî ziman ku pirsgirêk tenê bi rêya hiqûqa demokratîk dikare bê çareserkirin û girîngiya vê yekê destnîşan kir. Dixwazim bibêjim ku Birêz Ocalan ev xisûs bi taybetî destnîşan kiriye; Timî fikara li ser mayindebûnê tê afirandin, keda karker û kedkaran li polîtîkayên ewlekariyê tê xerckirin, xizanî tê girankirin, bêhiqûqî bûye mijareke ji rêzê, mêtingerî belav bûye û dijminatiya li jin û zarokan zêde bûye. Destnîşan kiriye ku ew amade ye nexşerêya rizgariya ji vê rewşê amade bike.
Bi zimanekî xurt diyar kiriye ku ew amade ye zemîneke welê biafirîne ku Tirkiye ji hemû prangayan rizgar bibe. Belê em jî dibêjin, di van demên girîng ên dîrokî de divê Tirkiye ji prangayan rizgar bibe. Belê em dibêjin, divê Tirkiye xwe ji jibera sed salî rizgar bike.
Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de ji heyeta me re got, eger nêzîkatiya Bahçelî bi aqlê dewletê re bigihêje hev wê bibe wesîleya gaveke dîrokî ku xizmetê ji aştiyê re bike. Em bi taybetî vê yekê destnîşan dikin. Divê desthilatdarî jî êdî gavên şênber ên cihê baweriyê biavêje. Divê îradeyeke xurt a çareseriyê destnîşan bike."