TJNK: Tê xwestin ku azadiya jinê bi şerê qirker were fetisandin

TJNK'yê diyar kir tê xwestin ku têkoşîna jiyana azad a li Kurdistanê bi pêşengiya jinê tê rêvebirin bi şer were fetisandin, têkiliya vê û tecrîdê bi hev re têkiliyeke rasterast e.

Pêkhateyên Tevgera Jina Kurd a Navnetewî (TJNKE) ku li qada navnetewî xebatan idke têkilî 25'ê Mijdarê Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Têkoşîna jiyana azad a li Kurdistanê ku bi pêşengiya jinê tê rêvebirin tê xwestin ku bi şer were fetisandin''.

'AKP Û DAÎŞ RÛYÊ HEMAN MADALYAYÊ NE'

TJNK'yê diyar kir, ''Têkoşîna jiyana azad a li Kurdistanê ku bi pêşengiya jinê tê rêvebirin tê xwestin ku bi şer were fetisandin'' û got, li Rojava û Başûrê Kurdistnaê DAÎŞ her çi be, li Bakurê Kurdistanê AKP û koalîsyona wê ya faşîst jî ew e , ji bo vê jî DAÎŞ û AKP ji bo jinên Rojhilata Navîn û gelên Rojhilata Navîn rûyê heman madalyayê ne.

'JIN PERGALA ALTRNATÎF AVA DIKIN'

TJNK'yê şerê li Rojhilata Navîn destnîşan kir, got sedema vê berxwedana Kurdan e ku li ser xwerêxistiniyê û xweparastinê jiyaneke alternatîf ava dikin û ev pergala ku bi pêşengiya jiyanê tê avakirin û xwe dispêrê xwetevlêkirina wekhev îro herî pir li Rojavayê Kurdistanê tê avakirin û Xweseriya Demokratîk ne tenÊ ji bo Kurdan lê ji bo hemû Rojhilata Navîn modêlek e

'ŞER Û KAOS RASTERAST BI TECRÎDÊ RE TÊKILDAR E'

Bi berdewamî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destnîşankirin, hate gotin, şerê li Rojhilata Navîn bi dîlbûna Ocalan û tecrîdê re têkiliya xwe heye. TJNK'yê got, ''Êrîşên qirker ya eniya faşîst a Tirk a bi pêşengiya AKP-MHP'ê ku li Kurdisatnê rê ve dibin û tecrîda di nav tecrîdê de paralelî hev in. Ji bo vê jî hemû xebatên ji bo azadiya Rêzdar Ocalan, her kêferat, ked her wiha xizmetê ji wê re dike ku êrîşên qirker ên li Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê li dijî Kurdan û gelên din rawestîne. Her têkoşîna bi mebeta şikandina tecrîd û dîlbûna Rêzdar Ocalan her wiha têkoşîna azadiya jinê jî geş dike. Ji ber ku di şexsê Rêber Apo de ya  ku tê xwestin dîl were girtin her wiha azweiya azadiyê ya jina Kurd e.''

JINÊN KURD LI BER XWE DIDIN

Di daxuyaniyê de berxwedana gelê Kurd û jina Kurd ya li dijî hişmendiya faşîst û faşîzmê hate destnîşankirin û hate gotin, ''Jinên Kurd jinên Kurd li dijî tundiya fizîkî, zayendî û psîkolojîk li ber xwe didin.

TJNK'yê herî dawî got, jinên Kurd li hemû qadên ku lê ne bi hêza xwe û vîna xwe rêxistina xwe, pergala xwe, parastina xwe ava dike, her deverê ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê û paşverûtiyê dibîne. Rêya ku me bibe heqîqetê û azadiyê ev e, rêyeke dî tine. Bi tena serê xwe jî bî divê ev têkoşîn esas were dîtin. Heke em bi vê bîreweriyê nêz bibin çi têkoşîneke ku em ser nexin tine.''