'Em bi rengekî xurt tevlî çalakiyên li Strasboûrg û Brukselê bibin'
TJK-E'yê bang kir ku her kes tevlî çalakiyên 9'ê Cotmehê yên li Bruksel û Strasboûrgê bibe.
TJK-E'yê bang kir ku her kes tevlî çalakiyên 9'ê Cotmehê yên li Bruksel û Strasboûrgê bibe.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE-) têkilî salvegera 22'yan a Komploya Navneteweyî daxuyaniyeke niviskî da, bang kir ku her kes bi dirûşmeya ''Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye'' û ''Dema wê ye! Ji Ocalan re Azadî'' bi rengekî xurt tevlî çalakiyan bibe.
TJK-E'yê bi bîr xist ku ev 21 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Imraliyê bi şertên tercrîda giran û îzolasyonê tê girtin,her wiha bi bîr xist ku salvegera 22'yan a Komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, ''Em TJK-E di salvgera 22'an de komploya 9'ê Cotmeha 1998'an û hemû netew-dewletên ku ev pêk anîne bi tundî şermezar dikin. Jinên Kurd, gelê Kurd û dostên Kurd tam bîst û du sal in bi dirûşmeya, ''Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin'' li dijî komploya navnetewî berxwedana mezin a dîrokî didomînin. Em diyar dikin, weke roja pêşî, hêrsa me û hêza me ya parçekirina vê komployê îro jî hê mezintir bûye.''
TJK-E'yê got, ''Bi vê çarçoweyê em bang li her kesî dikin ku bi rengekî xurt tevlî pêngava ''Bes e, ji Tecrîd, Faşîzm û Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye'' bibin. Em careke dî diyar dikin ku em jin em ê pêşengiya vê pêngavê bikin ku vê pêngavê daye ber xwe pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê bişkîne û azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji xwe re kiriye armanc. Jinên Kurd asta azadî û wekheviyê deyndarî felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ye. Têkoşîna azadiya jina Kurd bûye rêça têkoşîn û berxwedanê ya civakekê, şanî hemû jinên cîhnaê daye ku jiyaneke dî pêkan e.''
BANGA TEVLÊBÛNA LI ÇALAKIYÊN BRÛKSEL Û STRASBOÛRGÊ
TJK-E'yê diyar kir ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê û komplogeran, ji bo şermezakirina dewletên Ewropayê û saziyên wê ya ji ber bêdengiya wan a li bara faşîzma Tirk û hevkariya bi wan re û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 9'ê Cotmeha 2020'an li Brûksel û Strasboûrgê wê çalakiyên protestoyê werin kirin, bang li hemû jin û gelê Kurd kir ku bi dirûşmeya, ''Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye'' tevlî çalakiyan bibin.
TJK-E'yê her wiha bang li hmeû jinên şoreşger-demokrat-sosyalîst û dostan kir ku tevlî vê van çalakiyan bibin, bang kir ku li dijî faşîzmê hêza berxwedanê ya jinan û gelan were avakin.
Bruksel:
9'ê Cotmeha 2020'an
Saet: 14:00
Adres: Place du Luxembourg
1050 Bruksel
Strasboûrg:
9'ê Cotmeha 2020'an
Saet: 12:30
Adres: Place Kleber 2 Rue de l’Outre
67000 Strasbourg”