TJK-F: Ji bo jiyan, azadî, edalet û wekheviyê dakevin qadan!

TJK-F’ê bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya çalakî û merasîmên 8’ê Adarê eşkere kir û banga tevlêbûna çalakî û merasîmên ku amadekariya wê hatine kirin li hemû jinan kir.

Daxuyaniya TJK-F’ê bi vî rengî ye:

“Tevgera Jinên Kurd a Fransa TJK-F’ê ya Fransa û Meclîs û komunên Île De France bernameya çalakî û merasîmên ku wê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ya sala 2022’an li dar bixin eşkere kirin. TJK-F’ê bi dirûşmeya îsal ya “Li ber xwe bide, Xwe rêxistin bike, Azad bijî!” tevî gelek çalakiyên di çarçoveya 8’ê Adarê de, xwe ji bo meş û grevê ya mezin a ku wê di 8’ê Adarê de li seranserê Fransa bê lidarxistin amade dike.

JI BO PROJEYA JIYANA AZAD A DEMOKRATÎK DAKEVIN QADAN!

TJK-F’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li jinan kir ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li dijî tecrîd û faşîzmê bibin yek û ji bo projeya jiyana azad a bi îrade, rêxistinî, demokratîk ku xweparastina xwe dizane, banga tevlîbûnê kir.

TJK-F’ê ji Clara Zetkîn heta Hevrîn Xelef, ji Dayika Teybet heta zindanan hemû jinên ku xeta berxwedanê hûnandinî silav kir û bi bîr xist ku têkoşîna azadiya jinê ya li dijî pergala modernîteya kapîtalîst a ku ji aliyê zayendperestî, neteweperestî û îdeolojiyên paşverû ve tê xwedîkirin, diyarker e û bi ragihand ku divê jin bi hemû hêza xwe li têkoşîna xwe xwedî derkeve.

DEM DEMA BERXWEDANÊ YE!

TJK-F'ê bi bîr xist li cîhana ku hişê serdestiya mêr lê serwer e şerekî ku qetlîama jinan asayî dike heye; şer, koçberî û bêkarî, êrîşkariya faşîzmê, pandemî û krîz herî zêde li jinan dixe û got, "Di vê wateyê de dem dema ketina tevgerê ya ji bo têkoşîneke bi bandor û berxwedana hevbeş a jinan a li dijî faşîzma mêr a serdest û pêkanînên qirkirinê ye."

TJK-F'ê diyar kir, “Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li seranserê Fransa, ji bo jiyanek bi rengê jin, bedewî, dewlemendî, pirbûn û cihêrengiya jinan were jiyîn; em bi hemû meclîs û komunên xwe yên jinan re ji bo 8'ê Adarê amade ne" bernameya xwe ya merasîman ên li hem Île Del France û hem li tevahiya Fransayê eşkere kir. Di bernameya çalakiyan de panel, şahiyên jinan û pêşangeha wêneyan heye.

TJK-F’ê destnîşan kir ku rojeva panelên ku wê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de bên lidarxistin wê derbarê xweparastin, berxwedan, komkujiya Parîsê û lêgerîna edaletê û geşedanên siyasî yên li welat bin û got, “Sala 2022 wê bibe sala berxwedanê."

Di çarçoveya çalakiyan de wê di vekirina pêşangeha 1'ê Adarê de li Parîsê bi beşdariya saziyên dost ên Fransî resepsiyonek bê lidarxistin. Berxwedana jinên Kurd di pêşangeha wêneyan a bi navê “Destên me li pişta me ye” ku berhemên Asli Fîlîz tê de cih digirin, tê nîşandan. Di çarçoveya çalakiyên çandî yên 8'ê Adarê de, wê civînên jinan bên lidarxistin, her wiha wê fîlmên li ser jinan û têkoşîna wan bên nîşandan.

Ji bilî merasîmên ku wê di navbera 1'ê Adarê û 8'ê Adarê de pêk bên, TJK-F di heman demê de di amadekariyên meş û Greva ku wê roja 8'ê Adarê li Fransa giştî û Parîs-Île De France pêk bê de bi rengekî çalak rol dilîze.

LI QADAN; EM JIYAN, AZADÎ, EDALET Û WEKHEVIYÊ DIPARÊZIN!

Grev û meşa 8'ê Adarê ya Parîsê ku ev 2 meh in li gel 34 rêxistin, sendîka û partiyên siyasî yên jinan tê amadekirin, ji bo bîranîna 3 jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez wê li Gare Dû Nord dest pê bike. Piştî çalakiya bîranîna 3 jinên Kurd û daxwaza edaletê, wê ji bo 1 saetî li Gare Dû Nordê ligel tevgerên jinan ên ji gelek deverên cîhanê di platformeke enternasyonalî de careke din bi hevre bê gotin, "Em bi hev re jiyan, azadî, edalet û wekheviyê diparêzin."

Di 8'ê Adarê de zarok di roja çalakiyê de nehatin jibîrkirin. Li qadên komeleyê wê kesên ku li zarokan miqate dibin bên rêxistinkirin û wê jin jî li qada çalakiyê bin.

WERIN EM TÊKOŞÎNA XWE YA HEVPAR MEZIN BIKIN!

Tevgera Jinên Kurd a Franseyê destnîşan kir, “Eşkere ye ku têkoşîna jina azad a li dijî zîhniyet, sazî û êrîşên serdest ên mêr bilind dibe wê mohra xwe li sala 2022’an bide. Pir eşkere bûye ku jin wê cîhanê biguherîne! Bi vê baweriyê em 8’ê Adara 2022’an pêşwazî dikin” û ragihand, “Dema mezinkirina berxwedana jinan a li dijî faşîzmê ye. Li berxwe bidin, xwe birêxistin bikin, azad bijîn.” TJK-F’ê herî dawî bang li beşên demokratîk, hemû pêkhateyên li ser navê azadiya jinê hatine rêxistinkirin, hêzên şoreşger, pêkhateyên dij-kapîtalîst û faşîst û ekolojîst kir ku li dora têkoşîna hevpar a jinan bibin yek û li qadan û çalakiyên 8'ê Adarê werin ba hev.

Bernameya çalakiya 8'ê Adarê ya Meclîs û komunên Tevgera Jinên Kurd a Fransa TJK-F Île De France

Panel

Dîrok: 27 Sibat (Yekşem) 2022

Dem: 13.00

Cih: Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîllîers-le-bel

Pêşangeha wêneyan

Destên Me li pişta me ne

Asli Fîlîz

Di navbera 1-10 Adarê

Resepsiyona Vekirina Pêşangehê

Dîrok: 1ê Adarê, 2022

Dem: 18.00

CIH: Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Parîs

Panel

Dîrok: 3’ê Adarê, 2022

Dem: 11:00

Cih: Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy

Nîşandana fîlmê

Dîrok: 3ê Adarê, 2022

Dem: 10:00

Cih: Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîlleneûve

Civîna Jinan

Dîrok: 5’ê Adarê, 2022

Dem: 13:00

Cih: Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Grîgny

Civîna Jinan

Dîrok: 6’ê Adar 2022

Dem: 13:00

Cih: Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê Ahmet Kaya

Meş-Mîtîng (Île De France)

Dîrok: 8’ê Adarê, 2022

Dem: 12:00

Cih: Gare dû Nord (li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê)

BERNAMEYA ÇALAKIYA GIŞTÎ YA 8’Ê ADARÊ YA FRANSA:

Parîs

Dîrok: 8’ê Adarê, 2022

Dem: 12:00

Cih: Gare dû Nord / Parîs

Rennes

Dîrok: 8’ê Adarê, 2022

Dem: 14:00

Cih: Repûblîqûe / Rennes

Strasboûrg

Dîrok: 5’ê Adarê, 2022

Dem: 15:00

Cih: Place Kleber 67000 / Strasboûrg

Mûlhoûse

Dîrok: 8’ê Adarê, 2022

Dem: 18:00

Cih: Place de la Boûrse / Mûlhoûse

Marsîlya

Dîrok: 8’ê Adarê, 2022

Dem: 13:00

Cih: Reforme canebîere (li ber dêrê) Marsîlya

Bordeaûx

Dîrok: 8’ê Adarê, 2022

Dem: 14:00

Cih: Place de la Comedîe (Grand Theatre)

Toûloûse

Dîrok: 8’ê Adarê, 2022

Dem: 14:00

Cih: Metro de Jolîmont

Dragûîgnaîn

Dîrok: 8ê Adarê, 2022

Dem: 14:00

Cih: DTM / Dragûîgnaîn

Montpellîer

Dîrok: 08’ê Adar 2022

Dem: 15:00

Cih: Comedîe Sqûare Montpellîer”