TJK-E’yê jinên ku daketin qadên 8’ê Adarê silav kir

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jinên ku bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daketin qadan, silav kir.

TJK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Pîrozbahiyên îsal ên 8 'ê Adarê careke din bi ruhekî mezin ê berxwedanê yê jinan hat silavkirin.

Her çendî pergala serdest a mêr di hemû qadên jiyana civakî, aborî û siyasî de bi amûrên xwe şerekî mezintir li dijî me jinan daye meşandin jî, îradeya me jinan a li hemberî van hêzan ji her demê bêhtir bi îrade didome. Polîtîkayên zayendîparêz û cudaxwaz ên ku hewl didin li hemû qadên jiyana me bên meşandin, dibe sedema me ya têkoşîneke dijwartir.”

Daxuyaniya TJK-E’yê wiha dewam kir:

“Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di navbera 1-10’ê Adarê de gelek çalakî hatin lidarxistin. Di semîner, panel, civînên jinan, pêşandanên fîlman, pêşangehên wêneyan û herî dawî jî di meş û mîtîngên ku bi rêxistinên cuda yên jinan ên li her derê Ewropayê re di 8'ê Adarê de pêk hatin de jin bi reng û daxwazên xwe daketin kolanan. Gelek jinên ji erdnîgariyên cuda bi hêza xwe ya cewherî diyar kirin ku, têkoşîna wan a li dijî sîstema baviksalariyê yanî şer, îstîsmar, talan, komkujî û biçûkxistinê wê hê mezintir bibe. Bi vê munasebetê em çalakiya hemû meclîs, komun û însiyatîfa jinan silav dikin. Em bi biryardariya berxwedana jinê re pêngava ku Tevgera Jinên Kurd a bi dirûşmeya ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin!’ daye destpêkirin, xwedî lê derdikevin û bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ber bi şoreşê ve dimeşin. Bi sala 2023'yan re em ê destketiyên ku jinan di têkoşînê de bi dest xistine mezin bikin û hemû astengiyên li hemberî jinê hatine ferzkirin ji holê rakin û li ser bingeha pêngavê xwedî li vê meşa azadiyê derkevin.

Biryardariya ku wê sedsala 21’an bibe sedsala jinan êdî ne xeyal e û diyar e ku faşîzm, dîktatorî û mêtinger wê dawî li nakokiyên xwe û krîza sistematik bînin. Polîtîkayên îmha û qetlîamên li ser jinan bi zagonên ku mêran teşwîq dikin, hewl didin tacîz, destavêtin û şîdetê hîn zêdetir belav bikin. Armanc dikin ku bi operasyonên siyasî û qetlîamên li dijî jinan atmosfera tirsê ava bike. Li Rojhilat bi qetilkirina Jîna Emînî, li Başûr Nagîhan Akarsel, li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û piştî deh salan careke din li Parîsê qetilkirina Evîn Goyî ku pêşengên têkoşîna jinê ne, şerê pergalê yê li dijî jinên Kurd radixe ber çavan.

Pergal ji ber dizane têkoşîna jinan a ku pêş dikeve, di avakirina demokrasiyê, Azadiya Zayendî û paradigmaya Civaka Ekolojîk de xwedî rolek pêşeng e û li dijî modernîteya kapîtalîst wekî ‘jehrkujê ye’ li dijî jinan polîtîkayê şer dimeşîne. Veguherîna têkoşîna jinê ya ber bi têkoşîneke gerdûnî bûye kabûsa hêzên hegemonîk. Jinên ku bi têkoşîna jinê xurtir bûn û civakîbûn, hafizeya xwe ya dîrokî ava kirin û li hemberî van polîtîkayên pergalê bi analîz û tespîtên xwe yên di wateya siyasî de helwesteke xurt nîşan dan û karakterê sedsala 21’an diyar kirin.

Li ser vê bingehê em careke din jinên ku di 8’ê Adarê de daketine qadan silav dikin û biryardariya xwe ya jiyana azad û wekhev a di sala 2023'yan de li ser esasê hamleya xwe diyar dikin. Em ê rolên ku sîsteman li hemberî jinê danîne holê hilweşînin û li qadên azad ên ku jin bi vîna xwe ava bikin em ê demokrasî, wekhevî û edaletê ji nû ve ava bikin.”