TJK-E’yê ji bo Ocalan banga çalakiya lezgîn kir

TJK-E’yê derbarê tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, heta ku ji Ocalan agahiyeke were standin bang kir ku her dever bibin qada çalakiyan.

Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) bang kir ku heta derbarê tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî were girtin her deverê bikin qada çalakiyê.

Daxuyaniya TJK-E’yê wiha ye:

‘’Nûçeyên derbare tendirustî û ewlehiya Rêbertiya me ku ev 19 sal in li Girava Imraliyê tecrîda giran li ser heye, di serî de jinên Kurd bi hemû gelê me re fikaran çêdike.

Ji rewşeke neyênî ya li ser tendirustî û ewlehiya Rêbertiya me Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan û rayedarên dewleta Tirk ên di rêveberiya wî de berpirs in.

Daxuyaniyên nîvco yên Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ne têrkar in û agahiyê nadin. Divê bi lezgînî Rêbertiya me malbata û parêzerên xwe bibîne, gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk bi rengekî rast were agahdarkirin, dewlet û hêzên siyasî yên ku rasterast di nav komployê de cih girtine, Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê divê bi lezgînî mudahele bike.

BANGA ÇALAKIYA LEZGÎN

Heta ku rewşa tendirustî û ewlehiyê ya Rêbertiya me zelal bibe, di serî de jinên Kurd em bang li hemû gelê xwe, raya giştî ya şoreşger, demokratîk dikin,heta ku bi rêya malbat û parêzerên Rêbertiya me agahiyek were standin li her devera ku lê ne her deverê bikin qada çalakiyê û bang dikin ku hevgirtina gelan were geşkirin.’’