TJK-E wê çalakî û rêxistinbûna xwe xurt bike

TJK-E plan dike ku li gel şert û mercên şewbê jî bi dirûşma "divê jineke bi tenê jî bêrêxistin nemîne" hem xeta çalakiyê hem jî karên rêxistinbûnê xurt bike.

Endama Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) Dilda Roj bersiv da pirsên ANF'ê û kampanya xwe ya bi navê "100 sedemên ji bo darizandina dîktator" nirxand.

Dilda Roj diyar kir ku jinên Kurd li dijî zîhniyeta baviksaariyê şerekî mezin dikin û got, "Bi îdîa û biryardariya hesabpirsîna ji dîktatorekî ku nûnertiya vê zîhniyeta xerabûyî dike, me dest bi kampanyaya xwe kirin. Erdogan di 18 salên desthilatdariya xwe de li dijî civakê û jinan bi sedan sûc kir. Di ser 100 bûyerên ku bi fermana Erdogan hatin kirin, em bi biryar in ku hesabê sûcên wî bipirsin."

Li ser armanca ji vê kampanyayê Dilda Roj diyar kir ku ji bo tunekirina encamên faşîzma Erdogan wê hesab ji kiryar bipirsin û got, "Jinên Kurd dema ku hesab ji Erdogan dipirsin, wê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li cografyayên cuda ji aliyê dîktatorên cuda ve tên kirin, têbikoşin. Em ê vê yekê jî bi hevkariya têkoşîna bi jinên li wê cografyayê bikin."

Têkildarî karên ji niha û pê ve yên kampanyayê jî Dilda Roj got, "Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, dagirkerî, înkar û hewldanên tunekirinê ji her demê bêhtir bi rengekî qirêj û dûr ji exlaqa polîtîk tên meşandin. Jinên Kurd ku li çiyayên Kurdistanê bi îdîaya azadiyê şervaniya herî mezin dikin, ji bo çanda berxwedanê ya bi hezaran salî bilindtir bikin, ji her demê bêhtir bi biryardarî tevdigerin.

Bi navê TJK-E'yê em di wê baweriyê de ne ku yekane meşandina vê çanda berxwedanê bi wê yekê dibe ku jinek bi tenê jî bêrêxistin neyê hiştin. Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê wê îsal karên xwe li ser gelek aliyan bimeşîne. Yek ji wan jî bêguman xurtkirina xeta çalakiyan e. Em di wê baweriyê de ne, ku her çalakiya li dijî zîhniyeta baviksalarî tê lidarxistin, çi bi regnê rêxistinî/saziyî be çi jî bi awayekî şexsî be, jiyanê li zîhniyeta serdest a mêr teng dike. Em plan dikin ku di çarçoveya kampanyayê de stantên îmzeyan deynin, konên danasînê vedin û sînevîzyonê nîşan bidin. Li gel şert û mercên şewba global jî em ê çalakî û xwepêşandanên xwe bi rêxistin bikin û bigihînin asta herî bilind.

Aliyekî din jî karên me yên rêxistinbûnê ne. Meclîs, însiyatîf û komunên jinan plan kirine ku bi sala nû re kongre û civînên xwe yên nirxadina salê li dar bixin. Şert û mercên şewbê car carna bandorê li ser periyoda karên me dike, lê dîsa jî endamên me yên meclîsan bi hejmareke kêm jî be hevdîtinan dikin. Bi semîner û civînên onlîne yên bi beşdariya pêkhateyên me yên rêxistinî, em hewl didin ku bandora pêvajoya şewbê ya li ser mekanîzmayên me yên saziyî ji holê rakin."

Ji bo plansaziya dema bê jî endama Koordînasyona TJK-E'yê Dilda Roj wiha axivî:

"Di çarçoveya kampanyayê de gelek plansaziya me heye. Lê çalakiya herî girîng a rojên bê, wê çalakiyên protestoyî be ku bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê bên lidarxistin. Çalakiya ku her sal li Parîsê bi rengekî navendî tê lidarxistin, wê îsal ji ber şert û mercên şewbê li gelek bajaran bi meş û mîtîngên bi beşdariya bi hezaran kesî pêk were.

Her wiha 6'ê Çileyê roja Çarşemê wê çelengên reş ji bo şermezarkirinê deynin ber Konsolosxaneyên Fransayê.

Li deverên ku meclîsên di bin sîwana TJK-E'yê de lê hene, wê her Çarşemê stantên îmzeyan bên danîn.

Di mehên Çile û Sibatê de ji bo darizandina dîktator, hem bi armanca avakirina tevneke hiqûqî hem jî xurtkirina platformên têkoşîna hevpar a sazî û tevgerên jinan, wê li hin bajaran li zanîngehan û hwd. kursiyên nîqaşa serbest bên danîn.

Meha Adarê wê sempozyûmeke navendî ya ji bo tevahiya Ewropayê bê lidarxistin ku encamên ji van kursiyên nîqaşê lê bên komkirin. Bi sempozyûmê re wê gavên pratîkî yên ji bo têkoşîna hevpar bên nîqaşkirin. Ji bo darizandina dîktator, em gavên ji bo asta hiqûqî plan dikin."