TJK-E komcivîna xwe ya 5'emîn li dar xist, va ye encamên wê…

Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) di navbera 27-28’ê Hezîranê de komcivîna xwe ya pêncemîn li dar xist. TJK-E’yê got ku "Bingeha têkoşîna me helwesta li hemberî tecrîd û komkujiya li ser jinan e."

Di encamnameya komcivîna pêncemîn de qala nîqaş û biryarên di komcivînê de hate kirin.

Encamên komcivînê wisa ye:

"Di vê komcivînê de me hewl da ku, hemû pêkhateyên pergala konfederal tevlî komcivînê bikin. Me vê komcivîna xwe diyarî rêheval Şîlana Sosyalîst kir a ku di meha Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabû.

DI SALA 2017’AN DE JINAN DIYAR KIRIN KU EW HÊZEKE PÊŞENG IN

Di du rojan de me êrîş û polîtîkayên li ser jinan, encam û metodên têkoşînê nîqaş kirin. Di heman demê de me rapora salane jî nirxand. Tecrîda li ser Rêber Apo, dagirkeriya li ser Efrînê û qetlîamên li ser jinan di sala borî de hatin kirin. Li hemberî van êrîşan berxwedana jinan jî didome. Di sala 2017’an de derket holê ku tevgera me ji bo jinên cîhanê bûne mînak. Jinan diyar kirine ku ew bûne hêzeke pêşeng.

DI WARÊ XWEGIHANDINA ALIYÊN SOSYALÎST KÊMASÎ DERKETIN HOLÊ

Xaleke din a hevpar komcivînê ev e ku; di sala 2017’an de di warê geşkirina rêxistinkirina jinan bûye saleke encamgir. Li Elmanya, Swîsre, Fransa, Belçîka û Swêdê rêxistin hatin avakirin.  Saziyên li Elmanya, Swêd û Swîsreyê xwe birêxistin kirin û vî tiştî tevkarî li avakirina pergala konfederal kir. Lê dîsa jî di warê ku em xwe bigihînin hemû beşan de, hin kêmasî derketin holê. Bi avakirina meclîs, komun û înîsîyatîfan em dikarin gavên pratîk biavêjin. Gelekî girîng e ku, ji bo belavkirina feraseta neteweya demokratîk perwerdehî werin kirin.

TEMSÎLA JINAN A LI NAVA MECLÎSÊN GIŞTÎ HÎN KÊM E

Di saziya hevserokatiyê de par hinek tecrûbe çêbû. Li meclîsên giştî rêjeya temsîla jinan zêde bû, lê belê ne di wê astê de ye ku karibe bandora guhertina demokratîk li meclîsan bike. Pêwîst e ev kêmasî di dema pêş de ji holê bê rakirin. Li gel sîstema hevserokatiyê, gelekî girîng e ku hemû komîsyon bi kar û barê xwe rabin, bi taybetî komîteya me ya perwerdeyê bi rêk û pêk perwerdeyê li hemû qadan bike.

Di komcivînê de pirsgirêkên rêxistinî, îdeolojîk û pratîkî hatin nirxandin û li ser vê bingehê biryarên girîng hatin girtin.

ARMANC, MEZINKIRINA KARÊ RÊXISTINÎ YE

Haya me jê heye ku em ê sala nû ya têkoşînê bi rêxistiniyeke ji hevgirtina perwerdeyî û çalakiyê bi ser bixînin. Lewma armanca me ya bingehîn wê mezinkirina karên rêxistinî be. Di dema nû de jî em ê komun, meclîs û însiyatîfan ava bikin, yên heyî xurtir bikin û bi vî rengî hewldanên xwe yên ji bo avakirina sîstema konfederal bidomînin.

'TÊKOŞÎNA ME YA BINGEHÎN JI BO ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE'

Têkoşîna me ya bingehîn wê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo be. Bi vê armancê em ê kampanyayeke berfireh bimeşînin ku wê aliyên xwe yên çalakî û dîplomatîk hebin û heta dawiya salê bidome. Wê gelekî girîng be ku hemû pêkhateyên me bi rengekî çalak û afirîner tevlî kampanyayê bibin.

Me di komcivînê de nirxand ku gotin û çalakiyên me têrê nakin ku pêşî li kuştina jinan li Ewropayê bigire. Ji ber vê yekê, li şûna ku vê mijarê tenê bikin rojev, em ê kampanyayeke salekê ya çalakî û perwerdeyî ya ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bimeşînin.

RÊXISTINBÛNA LI SER BINGEHA SÎSTEMA KONFEDERAL

Weke TJK-E armanca me ew e ku xwe li gorî bingeha sîstema konfederal bi rêxistin bikin û li dijî êrîşên sîstema kapîtalîst bibin xwedî têkoşîneke bi bandor û pêşeng. Em dixwazin bêjin, em amade ne ku biryarên xwe yên ji bo vê armancê bi cih bînin. Em pê bawer in ku her pêkhateya me wê bi erk û berpirsyariya xwe rabe, karên sîstema konfederal a demokratîk li her qadê geş bike û bi fedakariyeke mezin bixebite. Bi tevlîbûneke mezin û fedakar, wê qirkirin û hovîtiya li ser gelê me tê ferzkirin ji holê bê rakirin, keda jinan û gelê me wê bi keda Rêbertî re bibin yek û kêliyên azadiyê wê ji qadên em lê ne dest pê bikin û sîstema me ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê gav bi gav bê avakirin."