TJK-E ji bo xwedîlêderketina girtîgehan bang kir

TJK-E: Em deng bidin greva birçîbûnê ya li girtîgeha Xarpêtê ya ku 6 jinên girtî 50 roj in didomînin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) têkildarî êşkenceya li girtiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk a faşîst polîtîkaya tecrîdê ya ku bi salan e li Zindana Îmraliyê dike, li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê jî pêk tîne û dixwaze vîna girtiyan bişkîne.

Dewleta Tirk bi Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de dixwaze civakê têxe bin kontrola xwe û bi polîtîkaya cilên yek tîp li ser girtiyan êşkenceyeke sîstematîk dike. Kovar, rojnameyên ku ji girtiyan re tê şandin, nadin girtiyan. Tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin û di dema sewqan de lêgerîn tazî, tedawiya bi kelepçe li ser girtiyan tê ferz kirin. Di heman demê de li ser girtiyan tacîza zayendî û êşkence tê kirin. Girtiyan sirgunî girtîgehên bi hezaran kîlometreyan dûr dikin û dixwazin malbatên girtiyan ceza bikin.

DIVÊ EWRÛPA BÊDENG NEMÎNE

Divê CPT û heyeteke serbixwe ya navneteweyî peywira xwe bi cih bînin û biçin serdana Rêber Apo. Di heman demê de divê Rewşa Awarte were bidawîkirin û li hemû girtîgehan daxwazên girtiyan werin bicihanîn, girtiyên nexweş û siyasî divê serbest werin berdan.

Ji bo ku em deng bidin greva birçîbûna ya ku 6 girtiyên jin li Girtîgeha Xarpetê dane destpêkirin û greva wan ketiye roja 50’emîn, divê hemû gelê me, raya giştî ya şoreşger û demokrat têkevin nav hewldanê. Bi vê mebestê em ji bo girtîgehan banga hevgirtinê dikin.”