TJK-E Divê hikumeta Norwêcê hejmara girtiyên nexweş zêde neke

TJK-E ji bo serbestberdana siyasetmedara Kurd Akdemîr ku ji bo radestî Tirkiyeyê were kirin li Osloyê girtî ye, bang li hemû saziyan kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Siyasetmedara Kurd Gulîzar Akdemîr li Norwêcê ji bo penaberiyê serlêdan kir, lê belê biryar hate dayin ku Akdemîr radestî Tirkiyeyê were kirin. Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) nerazîbûn nîşanî biryarê da û got, "Dixwazin Akdemîr bikin qurbanê qanûnan."

TJK-E daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Gulîzar Akdemîr ku 27 salan bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de girt û ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ji bo penaberiyê serî li Norwêcê da, tê xwestin ku wê bikin qurbanê qanûnan.

Pirsgirêkên giran ên tenduristiyê yên Akdemîr hene, lewma bi navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê em naxwzin ku Akdemîr bibe qurbanê karên hiqûqî. Raya giştî ya navneteweyî pê zane ku ji hilbijartina 7'ê Hezîrana 2014'an û vir ve Tirkiye ber bi faşîzmê û sîstema şexsekî ve diçe. Saziyên dewletê, medya û dadgerî di destê şexsekî de veguherîne pêlîstokekê. Lewma, erêkirina biryareke bi vî rengî wê were wateya, hevkariya li vê bêhiqûqiyê.

Pirsgirêkên tenduristiyê yên Birêz Akdemîr giran in û eger radestî Tirkiyeyê were kirin wê yekser li girtîgehê bê bicihkirin ku 250 hezar girtî û hikumxwar lê ne. Li gorî daneyên ÎHD'ê, li girtîgehên Tirkiyeyê 402 girtiyên bi nexweşiyên giran hene ku rapora 'nikare li girtîgehê bimîne' ji wan re hatiye dayin. 154 ji van jî girtiyên siyasî ne. Divê hikumeta Norwêcê navê Gulîzar Akdemîr li vê lîsteyê zêde neke û li gorî demokrasiyê tevbigere. Li Tirkiyeyê hîn jî Rewşa Awarte li ser kar e. Di nava atmosfera ji tirsa rejîma şexsekî de, jiyana mirovên ne siyasî jî ne ewle ye. Jiyana Akdemîr ku nasnameya xwe ya siyasî heye, hîn bêhtir di rewşeke metirsîdar de ye.

Em li bendê ne ku hikumeta Norwêcê bi van hincetên mafdar rabe û li gorî demokrasiyê tevbigere. Em bang li hemû meclîsên xwe yên jinan û saziyên xwe yên jinan ên li Ewropayê dikin ku li dijî radestkirina Akdemîr bikevin nava liv û tevgerê."