TJK-E: Divê her kes jiyanê bide sekinandin û tevlî çalakiyan bibe

TJK-E ji bo meşa di 12’ê Dusseldorfê de bang li hemû kesan kir û got “Divê her kes di vê têkoşîna rûmetê de cih bigire.”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi bîr xist ku 12'ê Mijdarê li Ewropayê weke Roja Greva Neteweyî ya li Dijî Çekên Kîmyewî hatiye îlankirin, bang li hemû kesan kir ku bi ruhê seferberiyê li dijî hovîtiya herî mezin a sedsala 21’emîn bibe yek.

 “Dewleta Tirk a faşîst ku bi salane li dijî gelê Kurd û gerîlayên Azadiya Kurdistanê şerekî bê qaîde dimeşîne. Di vî şerî de 2 sal in li qada navneteweyî çekên qedexekirî yên kîmyewî bi kar tîne. Îro hovîtiya herî mezin a sedsala 21’emîn li ber çavên hemû cîhanê pêk tê.

Dewleta Tirk a faşîst di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de qirkirina Kurdan daye ber xwe. Ji ber vê sedemê li hemberî serhildêrên gelê Kurd şerê tolhildanê yê dîrokî dimeşîne. Bi deh hezaran zarokên gelê Kurd ên leheng ku di nav refên azadiyê de hatin cem hev, mîna 17 şervanên ku herî dawî şehîd ketine, ev parçebûn pûç kirine. Erka partiyên siyasî yên Kurd îro ew e ku dev ji hesabên biçûk berdin, li hemberî 100 saliya Lozanê bibin yek.

Em dixwazin vî tiştî jî eşkere bikin teşhîrkirina PDK’ê ya ku maskeyên gazê yên ku ji gerîla re hatibû şandin desteser kiriye û heyetên ku dixwestin vî sûcê mirovahiyê lêkolîn bike asteng kir jî, peywireke neteweyî ye.

Saziyên wekî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û Neteweyên Yekbûyî divê demildest li dijî vê hovîtiyê bikevin nava liv û tevgerê û li dijî dewleta Tirk gavan biavêjin.

Em TJK-E em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd û jin wê bi vê berpirsyariya dîrokî haydar bin. Li ser vê bingehê em bang li hemû gelê xwe yê li Ewropayê, jinên Kurd, hemû meclîsên jinan, înîsiyatîfa û pêkhateyan dikin ku bi ruhê seferberiyê rabin ser piyan û bi çalakiyên bênavber vî sûcê mirovahiyê derxin holê. Li ser vê bingehê me 12’ê Mijdarê weke Li Ewropayê Roja Têkoşîna Neteweyî ya li Dijî Çekên Kîmyewî îlan kir. Di 12’ê Mijdarê li Ewropayê, Kurd, jin, ciwan, karker, xwendekar, dikandar, komên baweriyan, rewşenbîr, demokrat, sosyalîst, muxalif; em bang li hemûyan dikin ku bi ruhê seferberiyê bibin yek.

Di 12'ê Mijdarê de li Dusseldorfê em ê careke din bang li saziyên navneteweyî bikin ku bila bi lezgînî erkên xwe yên mirovî, hiqûqî û gerdûnî pêk bînin. Di 12’ê Mijdarê de divê jin, gelê me, ciwan û dostên me neçin dibistan û kar, dest ji jiyanê berdin û tevlî çalakiyê bibin, di nav têkoşîna rûmetê de cih bigirin.”