TJK-E bang kir ku tevlî çalakiyên dijî komploya navnetewî bibin

TJK-E'yê bang li jinan û gel kir ku tevlî çalakiyên 23'yê Çile yên dijî Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) ji bo salvgera komploya navnetewî ya li ser Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da.

TJK-E'yê bi bîr xist ku hêzên komploger di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd, jin û hemû derdorên dilxwazên azadiyê kirine hedef û bi pêşbîniya mezin û têkoşîna Ocalan hê ji roja pêşî ve ev komplo hatiye pûçkirin û diyar kir, ''Rêber Apo ku xwe dayî azadiya gelan bi helwesta xwe ya ku têkoşînê geş dike nehiştiye ku komplo bigihije hedefa xwe. Bersiva Rêber Apo ya li komplogeran bûye avakirina jiyaneke azad a li ser paradîgmaya demokratîk, bi azadîxwazi jiyanê û ekolojîk.''

Bi berdewamî hate gotin gelê Kurd, ''Bi pêşengiya Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya ji 40 salî zêdetir bi rengekî serkeftî têkoşîna hebûnê li dijî qirkirinê daye. Di serî de têkoşîna azadiyê ya jinê, li Rojhilata Navîn pêşengî li geşedanên şoreşî kiriye, nîşanî hemû cîhanê daye ku jiyaneke demokratîk û azadîxwaz pêkan e.''

TJK-E'yê her wiha got, ''Em biryardar in ku li ser xeta berxwedanê ya Rêber Apo têkoşînê geş bikin.'' 

TJK-E'yê di daxuyaniyê de bi berdewamî diyar kir ew ê  bi çarçoweya pêngava, ''Bes e ji tecrîd, dagirkerî, faşîzmê re, dema azadiyê ye'' têkoşînê geş bikin, ''Bi hilweşandina planên wan hêzan ku dixwazin Kurdistanê û Rojhilata Navîn bikin gola xwînê em ê jiyana azad û demokratîk a jinan û gelan ava bikin.

Bi vê çarçowoyê di serî de jin, em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku tevlî çalakiyên 23'yê Çile yên bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê bibin.''