TJK-E: Êrîşa li Kerkûkê li dijî rêxistinbûna jinê hate kirin

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) qetilkirina siyasetmedara Kurd Firyal Xalid şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş li dijî rêxistinbûna jinê hatiye kirin.

TJK-E’yê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Li Kerkûk/Başûr dîsa siyasetmedareke Kurd bi guleyan hate qetilkirin. Ev êrîş weke dewama sûîqastên din ên siyasî, ji aliyê dewleta Tirk û hêzên wê yên terorîst ve pêk hate. Ev yek ji encamên polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan e. Qetilkirina Firyal Silêman Xalid êrîşeke mezin e ku li dijî îradeya hemû jinan, rêxistinbûn û hêza pêşeng a jinê ya di nava civakê de hatiye kirin.

Erdogan û mutefîkên wî bi armanca dagirkiriyê ketin Başûr û dixwazin bi êrîşên faşîst tirsê ava bikin, Rêveberiya Xweser a Kurdistanê ku derfet daye Erdogan û mutefîkên wî li dijî gelê xwe xiyanetek mezin dike. Çawa beriya salekî Nagihan Akarsel li Silêmaniyê bi heman êrîşê hatibe qetilkirin, pir eşkere ye ku ti ferqa vê êrîşê jî nîne.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin: “Erdogan bi êrîşên li ser Rojava sûcê şer dike, qadên sivîlan bombebaran dike û ambar, depoyên avê, tesîsên elektrîk û enejiyê hedef digire. Ji bo têkbirina gelan, ji bo wan ji derfetan bêpar bihêle, hêrs û nefretê dixe dewrê û hewl dide aramiyê xirab bike. Lewma mirovan ji cihê wan dike û dixwaze li wir planên qirkirinê bixe dewrê. Lê gelê Rojava wê van planan vale derxîne, têkoşîna xwe geş bike û hîn zêdetir bersivê bide dijmin.

NY divê li dijî van sûcên şer wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Di heman demê de ji bo ku ev sûîqastên li her devera cîhanê li dijî Kurdan tên kirin, bên ronîkirin û faîl û hêzên li pişt wan bên eşkerekirin, em bang li saziyên eleqeder dikin ku demildest wezîfeyên xwe bi cih bînin.”

TJK-E’yê di dawiya daxuyaniyê de soza mezinkirina têkoşînê da.