TJA’yê nerazîbûn nîşanî qetilkirina Firyal Xalid da: Em xaka xwe ji hêzên faşîst re bigirin

TJA’yê nerazîbûn nîşanî qetilkirina Firyal Xilêman Xalid da û got: “Bila xaka Kurdistanê ji hêzên faşîst re bê girtin. Em zihniyeta hevkar a ku xaka Kurdistanê ji komkujiyan re vedike, şermezar dikin.”

Aktîvîsta jin a ji Hesekê Firyal Silêman Xalid li bajarê Kerkûka Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin. Têkildarî qetilkirina Xalid, Tevgera Jinên Azad (TJA), daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Daxuyaniya bi sernavê “Divê deriyên xaka Kurdistanê demildest ji feraseta ku dijmintiya jinan dike re bê girtin!” hatiye parvekirin, wiha ye:

“Li tevahiya cîhanê, di her serdemên dîrokê de jinên siyasetmedar û aktîvîst bûne hedefa desthilatdariyên feraseta serdest a zilam.

Kesên ku bûn sedema qetilkirina jinên wekî Rosa, Sakîne, Sêvê, Nagihan, Evîn Goyî û Denîz Poyrazan car din li Kerkûkê rûyên xwe nîşan dan. Fîryal Silêman Xalid, di 18'ê Çileya 2024'an de li ser rêya Kerkukê ji aliyê hêzên tarî yên girêdayî dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Em hêzên ku dema Fîryal Silêman Xalid ji bajarê Hesekê ber bi Kerkûkê ve dihat, li dijî wê sûîqast pêk anîn baş nas dikin. Ev cînayeteke siyasî ye. Em ê destûr nedin ku, qetilkirina jineke aktîvîst bi tenê nirxandinên wekî lêpirsîn destpê kir bê berovajîkirin.

Hêzên ku beriya niha li Rojava, li Rojhilat, li Bakur û li Ewropayê bûn sedema qetilkirina jinan, bi heman rengî qetlîama Fîryalê jî pêk anîn. Ronîkirina qetlîamê, aşkarekirin û cezakirina kujeran peywira Hikumeta Federe ya Kurdistanê ye. Em wek jinên Kurd bang dikin ku, divê demildest deriyên xaka Kurdistanê ji feraseta faşîst, dermirovî û li dijberî jiyana azad disekine re bê girtin. Di şexsê Fîryal Silêman Xalid de em tevî qetlîamên siyasî şermezar dikin!

Em feraset û hevkariyên ku deriyên Kurdistanê ji qetlîaman re vedikin şermezar dikin! Tu hêz nikare ku bi qetlîam û bi sûîqastan têkoşîna azadiya jinê têk bibe. Li dijberî desthilatdariyên feraseta serdest a zilam dê têkoşîna me bidome, bi têkoşîna xwe ya azadiya jinê ve em ê xaka Kurdistanê jî azad bikin. Em ê dawî li qetilkirina jinan bînin.”