TJA'yê li ser rewşa girtiyên jin raporek weşand

TJA’yê li ser şert û mercên girtiyên jin û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan raporek amade kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji ber 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan derbarê binpêkirina mafan a girtiyên jin ên li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê raporeke bi navê ‘’Rewşa Awarte û Rapora Binpêkirina Mafan a li Girtîgehên Jin’ weşand. Di raporê de hate gotin bi Rewşa Awarte û bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de (BHQ) li ser civakê fişar zêde bûye, di van 3 salên dawî de girtîgeh veguherîne kampên hêsîran.

HEJMARA GIRTIYÊN JIN GIHAŞTE 10 HEZARAN

Di raporê de tê destnîşankirin ku di serdema serdestiya AKP’ê de hejmara girtiyên jin zêde bûne. Di raporê de hate gotin 2002’an 2 hezar û 18 girtiyên jin hebûne û Hezîrana 2017’an hejmara girtiyên jin bûne 9 hezar û 708. Her wiha hate gotin 688 zarokên temenê wan di navbera 0-6 jî li girtîgehan girtî ne.

ŞERTÊN FÎZÎKÎ

Di raporê de hate gotin li Tirkiyê 12 girtîgehên jinan hene û li gorî rapora xebatên ya 2016’an a Ceza û Malêgirtinê 8 hezar û 315 jin girtî ne û li girtîgehên misteqîn ên jinan ku potansîyela wê 2 hezar 800 kes e 2 hezar û 702 û li girtîgehên ku potansiyetla wê 376 e hezar û 522 girtiyên jin dimînin.

‘JENDERMEYÊN MÊR LI ODEYÊN JINAN DIGERIN’

Di raporê de tê gotin qerdiyanên mêr û jendermeyên mêr li koxuşên jinan digerin, bi hinceta hijmara bi ser koxuşan de digirin û hate gotin piraniya jinan li girtîgehên mêran dimînin, di van beşan de jî qadên sporê, pirtûkxane, bernamyeên weke atolye û qada hevpar nîn e.

BINPÊKIRIN

Di raporê de hate gotin li gorî nameyên ji girtiyan hatine gelek binpêkirina mafan hene di babetên sirgûn, tenduristî, perwerdehî, hevagahdarbûn û ragihandinê de astengî hene, her wiha di dema sewkan de girtiyan tazî dikin li wan digerin, tundiya fizîkî heye, tedawiya bi kelepçe, tacîza cinsî heye û her wiha êşkence. Bi domdarî hate gotin bi hincetên siyasî girtîgeh veguherîne kampên hêsîran.

AMÛRA ZEXTA ZAYENDÎ: KAMERA

Di raporê de hate gotin li ode, serşo û tiwaletan kamera hatin bicihkirin û wiha girtiyên jin ji hêla memûrên înfazê yên mêr û rêveberiya girtîgehê ve têne şopandin û ev jî bûye yek ji amûra zexta fizîkî û cinsî.

‘DARAZA ZILAM-SERWER’

Di raporê de her wiha hate gotin jin dema ku ji bo jiyana xwe biparêzin serî li rêbaza xweparastinê didin pergala darazê ya zilam-serwer cezayê herî giran li jinan dibire û hate gotin, ‘’Hişmendiya zilam-serwer a ku li hemû saziyên dewletê heye, li dadgehan jî mêr hev digirin û mafê xweparastinê ya jinê tine tê hesibandin.’’

‘SIRGÛN’

Di raporê de hate gotin sewk û neqla li girtîgehan bûye azîneyeke êşkenceyê ya sîstematîk û wiha hate gotin, ‘’Bi taybetî li bajarên Kurd li dijî aktîvîstên Kurd weke polîtîkayeke cezakirin û tecrîdê li bajarên ku ji bajar û malbatên wan dûr didarizînin û hesp dikin û ev jî bi rêbazeke sîstematîk tê bikaranîn.

‘DI MUAYENEYÊ DE CIHÊKARÎ Û TEHDEYÊ DIKIN’

TJA’yê di raporê de diayr kir girtiyên jin heta ku xwe digihînin mafê tenduristiyê zexteke zêde û êşkence li wan tê kirin. Hate gotin di dema muaneyan de ji wan tê xwestin ku tehdeyê, êşkence û êrîşên tecawizê bi belge bikin. Di dema muayeneyê de kelepçe tê bikaranîn, bi hinceta ewlehiyê di dema muayeneyê de personelên mêr û jandarma ji odê dernakevin.

LI BER MIRINÊ HIŞTINE

Di raporê de her wiha rewşa girtiyên nexweş hate destnîşanikirin û hate gotin ew li ber mirinê hatine hiştin.

‘KIRINÊN BÊ RÛMETÎ’

Di raporê de her wiha hate gotin di dema sehkirina girtiyan de û odeyan de jandarmayên mêr û memûrên mêr hene. Dema serdanvanên girtiyan ji X-rayê têne derbaskirin lêgerîna tazî ferz dikin û li ber çavê memûrên mêr li çarşefê têne pêçan û wiha jin derbas dibin û ev jî rûmetşikandinek e.

‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BERBELAV DIBE’

Di raporê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destnîşankirin û hate gotin, ‘’Polîtîkaya tecrîd û îmhayê ya li zindana Îmraliyê îro li hemû girtîgehan sazkar bûye û bi hinceta Rewşa Awarte li ser hemû civakê bûe polîtîkaya zextê. Ji bo ku mirov li dijî dîktatoriya bi destê Erdogan-AKP’ê tê avakirin raweste pêşî divê mirov li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkeve.’’

PEYWIRÊN HIKÛMETÊ HATIN BIBÎRXISTIN

Çend pêşniyarên di raporê de:

Divê mirov li dijî tecrîda teqez a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkeve û di serî de CPT şandeyeke navnetewî ya ji saziyên serbixwe pêk tê seriyekî bide Zindana Îmraliyê û derbarê tenduristî û ewleHiya jiyanê ya Ocalan raya giştî were agahdarkirin.

Divê demildest dawî li rejîma girtîbûna taybet a li Zindana Îmraliyê were û mafên ji bo hemû girtiyan, ên bi yasayên navnetewî hatine parastin werin pêkanîn û bikaribin parêzer û malbatên xwe bibînin.

Divê were dîtin ku Birêz Ocalan di çareseriya demokratîk a doza Kurd de ser-muzakerevan e û divê hewl were dayi ku bikaribe di şertên azad û tenduristî de bikaribe mîsyona xwe pêk bîne.

Divê Rewşa Awarte bi dawî were, qedexeyên li ser raman, civîn rabin, azadiya çapemeniyê û rêxistiniyê pêk were û dawî li nehiqûqiyan were ku bi BHQ’yan hewl tê dayin ku ev werin qanûnîkirin.

Divê dawî li astengiyên xwe gihandina dadmendiyê û parastinê demildest rabin.

Divê dawî li standina îfade û danişîna bi SEGBÎS’ê were.

Divê sînorên li ser parastina bi zimanê dayikê rabe.

Divê girtîgeh li saziyên sivîl ên serbixwe vebinn û li daxwazên girtiyan werin guhdarîkirin û her wiha divê giliyên li ser binpêkirina mafê mirovan û nêzîkatiyên zayendîparêz xebatên hewce yên hiqûqî werin kiri.

Divê bi baldarî nêzî pêdiviyên resen ên girtiyên jinan bibin û her wiha zarokên li cem wan.

Ji ber zayendiya civakî newekheviyek çêdibe û jin di xwegihandina dadmendiyê de li astengiyan rast tê, divê ev were dîtin û înfaza cezayê ya bi girtiyên li ser jinan bibe vebijêrka herî dawî.

Divê girtiyên nexweş werin berdan.

Divê girtiyên siyasî werin berdan.’

Her wiha hate gotin ên ku dixwazin xwe bigihînin temamiya rapora TJA’yê, ku malper û hesabên wê yên medya civakî astengkirî ne, dikarin e-amîlê bişînin ji adrêsa [email protected] re.