TJA’yê bang kir ku li dijî dewleta Tirk ‘helwesta xurt’ were nîşandan

TJA li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Şengalê de got: ‘’PDK divê demildest dev ji vê tifaqa dijminane biqere. Divê hêzên Kurd li dijî vê êrîşê rawestin û li dor kongra netewî werin cem hev’’

Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Şengalê de daxuyaniyeke niviskî da. TJA’yê di daxuyaniyê de got êrîşên di behsê de li dijî serfiraziya li dijî DAIŞ’ê ne û li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdan e û vîna gelê Êzîdî ya demokratîk ji xwe re kirine hedef.

 ‘KURD DIVÊ BIBIN YEK Û LI PROJEYA OCALAN XWEDÎ DERKEVIN’

TJA’yê di daxuyaniya xwe de got: ‘’Em di serdemeke wiha de ne ku pêdiviya me herî pir bi projeya xweseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Îro, hemû hêzên Kurd divê li dijî van êrîşan derkevin û li dor kongra netewî divê bicivin. Zemîna girîng a ku Kurd bikaribin destkeftiyên xwe yên bi berdêlên mezin bi dest ve anîne xurtir bikin yekîtiya netewî ya Kurdan e.’’

 ‘PDK BILA DEV JI VÊ TIFAQA BÊQIDOŞ BIQERE’

‘’Ev tifaqa dijminane ku PDK’ê bi AKP’ê re daniye di serî de gelê Başûr dike ku Kurd berdêlên giran bidin. PDK demildest divê dev ji vê tifaqa dijminane biqere.’’

TJA’yê bi domdarî bang li jinan kir û got: ‘’Di serî de jin banga me ew e ku hemû gelê Kurd, hêzên demokratîk, rewşenbîr, rêxistinên sivîl van êrîşan qebûl nekin û helwesta herî xurt nîşan bidin.’’