TJA'yê bang kir: Girtîgeha Îmraliyê bila bê girtin!
TJA'yê diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd dewam dike, hiqûq li Îmraliyê tune tê hesibandin û xwest ku Girtîgeha Îmraliyê bê girtin.
TJA'yê diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd dewam dike, hiqûq li Îmraliyê tune tê hesibandin û xwest ku Girtîgeha Îmraliyê bê girtin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li Girtîgeha Îmraliyê pîvanên hiqûqê û peymanên navneteweyî hemû tên binpêkirin û bi rengekî giran tecrîd tê ferzkirin.
TJA'yê diyar kir ku komploya navneteweyî ya beriya 22 salan dest pê kiriye, hîn jî dewam dike, lewma ew xwedî li daxwazên girtiyan derdikevin ên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.
TJA'yê destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî nebe gelên herêmê azad nabin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe, ku zemîna meşrû ya bêhiqûqiyê ye û qada binpêkirina mafên mirovan e, mirov nikare qala demokrasî û edaletê bikin. Di rewşeke wiha de qala çareseriya pirsgirêka Kurd nikare bê kirin. Banga me li hêzên xwecihî û navneteweyî ye; Îmrali sîstemeke mutleq tecrîdê ye, divê tavilê ji hev bê belavkirin."