TJA konferansa ‘Zincîra Bêdengiyê’ lidar dixe

Konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) a bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî”, destpê kir.

Konferansa ku Tevgera Jinên Azad (TJA) bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” lidar dixe destpê kir. Konferansa ku ji qada navnetewî jî kes beşdar bûne, li oteleke li navçeya Sûr a Amedê tê lidarxistin.

Li eywanê pankarta “Bi Jin Jiyan Azadiyê re Ber bi Azadiyê ve” ku dirûşmeya kampanyaya TJA’yê ye hate daliqandin. Li konferansê pêşengeheke ku ji wêneyên girtiyan pêk tê jî hate vekirin.  

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, nivîskar, siyasetmedar, jinên ku piştî demekî dirêj li girtîgehê man û piştre derketin, rojnamevan û gelek jin tevlî konferansê bûn.

Konferansê bi axaftinên endama Parlamentoya Ewropayê û parlamentera serdema beriya niha Martîna Anderson û aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî destpê kir.