TJA: Jin di referandûmê de bi ser ketin!
Wekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Şîmşek di civîna nirxandina referandûmê ya TJA’yê de axivî û got, “Em jin, em di 8’ê Adarê de di referandûmê de bi ser ketin.
Wekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Şîmşek di civîna nirxandina referandûmê ya TJA’yê de axivî û got, “Em jin, em di 8’ê Adarê de di referandûmê de bi ser ketin.
Şîmşek diyar kir ku, “Ji bo nîqaşkirin û naskirina perspektîfên Rêbertiya me em ê mal û kolanan bikin dibistanên azad. Em ê bi Rêbertiyê re teqez bi ser bikevin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) îro li avahiya Rêxistina Bajêr a DBP’ê ya Amedê bi civîneke çapemeniyê encamên referandûmê nirxand. Li eywana civînê pankarta “Em ê bi Rêbertiyê re teqez bi ser bikevin”, “Bi rêxistîbûna jinan re, ber bi jiyana azad ve” hate daliqandin. Parlementerên HDP’ê Leyla Bîrlîk, Sîbel Yîgîtalp, Feleknas Ûca, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, endamên Meclîsa Jinan a KESK’ê û endamên TJA’yê beşdarî civînê bûn.
Wekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek teksta bi Tirkî, Ceylan Bagriyanik a ji Heyeta Îmraliyê jî teksta bi Kurdî xwend. Şîmşek bal bir ser vî tiştî ku, dema pergala mêrserwer xwe ji nû ve saz dike wekî her caran jinan ji xwe re dike armanc û diyar kir ku, bi mîlîtarîzmê dixwazin li ser gel û jinan împaratoriya tirsê ava bikin.
‘LI HEMBERÎ DEMOKRATÎKBÛNÊ LI SER OCALAN TECRÎD TÊ KIRIN’
Şîmşek got ku, dema jinan li Rojava û Şengalê li hemberî DAIŞ’ê têdikoşiyan ketin 8’ê Adarê û jinên Kurdistanê ligel tevgerên jinan ên Tirkiyeyê di Şertên Awarte de gotin ‘Na’. Şîmşek bal bir ser vî tiştî ku, li hemberî destûra bingehîn a ku pişta destûra bingehîn a derbeya 12’ê Îlonê xurt dike, 8’ê Adarê bûye referandûma berxwedana jinan û got, “Em jin, em di 8’ê Adarê de di referandûmê de em bi ser ketin û bi pirên azadiyê yên ku me bi berxwedanê ava kiriye, me berê xwe da Newrozan.”
Şîmşek bal bir ser vî tiştî ku, perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser esasê azadiya jin û gelan ji bo Tirkiye û Kurdistanê pêdiviyeke mezin e. Şîmşek diyar kir ku, tecrîda li ser Ocalan li hemberî demokratîzebûna Tirkiyeyê tê kirin û got, “Na, em bi ser ketin. Di referandûmê de derket holê ku, jin gelekî xurt in. Ji bo xurtkirina yekîtiya têkoşînê ya li hemberî faşîzmê em ê peywira xwe di asta herî jor de pêk bînin. Ji bo nîqaşkirin û naskirina perspektîfên Rêbertiya me em ê mal û kolanan bikin dibistanên azad. Em ê bi Rêbertiyê re teqez bi ser bikevin. Em ê kampanyaya xwe ya bi navê ‘Bi Rêbertî em ê teqez bi ser bikevin’ li her derê têxin meriyetê.”