TJA: Her kolanê bikin qada têkoşîna jinê

TJA ya ku têkildarî êrîşên qirkirinê ya li hember aktivîstan daxuyanî da, bang li gel û jinan kir û got: “Divê her jin ji her demê bêhtir xwedî li têkoşîna xwe derkeve , her kolanê ji bo jinê bike qada têkoşînê û bersiva pêwîst bide faşîzmê.

Tevgera Jinên Azad (TJA), îro têkildarî aktivîstên ku di encama êrîşên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin û girtin daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Hikûmeta AKP’ê ya ku bi sîstema desthilat a faşîst a xwe dispêre îdeolojiya zayendparêziyê, bi konseptekî nû ya êrîşên serweriyê xistiye dewreyê” di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

‘QIRKIRINA JINAN!’

“Hikûmeta ku bûye çavkaniya dijminê jinan, ji bo têkoşîna maf a jinê ji binî ve tesfiye bike û mafê jinê xesp bike, bi awayekî bê perwa berê xwe daye hêza têkoşîna jinê. Bi êrîşkirina jinê ya li qada siyaseta demokratîk, bi rêya sîstema xespkirinê ya li qadên rêveberiyên xwecihî, bi rêbazên ji holê rakirin û êrîşî jinê kirin, dixwazew bi girtin û operasyonan vîna jinê tine bike. Di encama van polîtîkayan de êrîşî zayenda jinê û şêwazê wê yê jiyan tê kirin. Kiryarên destavêtin û destdirêjiyê yên li welat gihiştiye rêjeyekî pir bilind. Ev şerekî taybet û bi plan e. Bi kolekirina jinê ve civakê ber bi mêtingeriyekî nû û dagirkeriyê ve dibe. Em dikarin bi awayekî vekirî û zelal bidin diyarkirin ku di bin çavdêrî û pilankirina dewletê de qetlîam û qirkirin li ser jinê tê kirin.”

Bi girtina têkoşîna jinê û aktivîstan, polîtîkayên dijminahiya li hember jinê didin vekirin. Di 13-14’ê Hezîrana 2017’an dame ji bo gotûbêj û nirxandinên li ser mijarên mîna êrîşên li dijî jinê, destavêtin, destdirêjî û êrîşên li dijî tevgera jinê ketin pêvajoyekî nû, 15 aktivîstên TJA’yê hatin binçavkirin. Ji hevalên me Zeynep Altinkaya, Sara Aktaş û Sîbel ên ku ji ber bêmafiya Rewşa Awarte bi rojan man di bin çavan de, 22’yê Hezîranê hatin girtin. Di sibeha 23’ê Hezîranê de jî hevalên me Ayşe Gokkan, Gul Kiziltş û Yyksel Baran bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kiri.

‘HÛN QET NIKARIN ME BIDIN RAWESTANDIN’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dixwazin peyama ‘Yan hûnê dev ji têkoşîna xwe berdin yan jî hûnê bikevin girtîgehan’ dide jinan. Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Bila qet neyê ji bîr kirin ku têkoşîna jinê ranaweste, naraweste û nayê rawestandin. Me ev têkoşîn li girtîgehan, li qadên azad, gundan û bajaran bi canê xwe, bi dayîna her berdêlan bi dest xistiye. Hûn nikarin têkoşîna jinê qet bidin rawestandin. Bi teqez wê dijminê jinê û gel têk biçe.”

BANG LI JINAN Û GEL HATE KIRIN

TJA, di dewama daxuyaniya xwe de wiha got:

“Li ser vî bingehî em bang li hemû jin û gelê xwe dikin; divê jin ji her demê zêdetir xwdî li têkoşîna xwe derbikeve û her kolan û her derê bike qada têkoşîna jinê û bersiva pêwîst bide faşîzmê. Ev têkoşîn wê azadiya hevalên me yên jin bîne û pêşiya qetlîamên li ser jinê bigire. Em ji qatilên xwe û dijminê jinê tiştekê daxwaz nakin. Em ê têkoşîn jinê bilind bikin, berxwedana jinê xurt bikin, em ê wan têk bibin û serkeftinê bi dest bixin.

Di vê wateyê de divê hemû jin û aktivîstên TJA’yê û hevparên wê têkoşînê hê zêdetir bilind bike, pêkanînên êrîşên qirkirina siyasî ya li hember jinê têk bibe.”