TJA: Em ê têkoşîna Sakîne û Sêvêyan mezin bikin
TJA'yê ragihand, ew ê li dijî komkujiyên li Parîs û Silopiyayê li her qadê berxwedanê geş bikin û diyar kir, ew ê 5 û 9'ê Çileyê weke hefteya têkoşîna li dijî komkujiyên jinan ên siyasî pêşwazî bikin.
TJA'yê ragihand, ew ê li dijî komkujiyên li Parîs û Silopiyayê li her qadê berxwedanê geş bikin û diyar kir, ew ê 5 û 9'ê Çileyê weke hefteya têkoşîna li dijî komkujiyên jinan ên siyasî pêşwazî bikin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), ji ber salvegera kuştina siyasetmedarên Jin ên Kurd, ku d i 5 û 9'ê Çileyê de hatin kuştin, daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ew minetdarê sekna wan a azadiyê ne.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez beriya niha bi 4 salan li Parîsê, siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir jî beriya niha bi salekê ji aliyê hêzên dewletê ve li Silopiyayê hatin kuştin.
TJA'yê da zanîn, kuştina Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir hefteyek beriya Komkujiya Parîsê, rasthatin nîne û destnîşan kir, ku ev komkujî jî bi zanebûn hatiye plankirin û bicih hatiye anîn.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rola pêşengiyê ya van jinên şoreşger di berxwedana xwerêveberiyê de û hat gotin, "Van hevalên me vîn, berxwedan û dildariyeke bêhempa ya azadiyê kirin malê dîrokê. Wan bi destên xwe yên vala, lê bi dilê xwe yê mezin û bi cesareta xwe mêtîngerî têk birin."
TJA'yê da zanîn, mêtîngerî li pêşberî berxwedana jin, zarok û gel a li qadên xwerêveberiyê têk çû, lewma ji ber vê têkçûna xwe komkujiyên hovane kir û bi vî rengî hewl da têkçûna xwe binixumîne.
Di dawiya daxuyaniyê de Tevgera Jinên Azad (TJA) de ev bang hat kirin:
"Bi şiyara 'Li dijî qetlîamkerên li Parîs û Silopiyayê wê berxwedana azadiyê bi ser bikeve' em têkoşîna xwe li her malê, li her kolan û gundî, li her bajarî bi rêxistin bikin, kûrtir bikin û çalakiyên xwe mezintir bikin. Em ê 5 û 9'ê Çileyê weke hefteya têkoşînê yali dijî komkujiyên li jinan ên siyasî pêşwazî bikin û heta sîstema mêtînger a qetlîamker ji holê rakin, em ê liher cihî têkoşîna xwe bi rengekî bê eman bidomînin. Em vê sozê careke din didin şehîdên xwe, jinan û gelê xwe. Kujer wê têk biçin, jin û gelê me wê bi ser bikevin."