Walitiya Amedê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi hinceta Rewşa Awarte qedexe kirin, derbarê biryara walî de Tevgera Jinên Azad (TJA), li ber avahiya DBP’ê daxuyaniyek da û biryar şermezar kir. Gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn.
Endama Komîteya Amakdekariyên Mîtînga 8’ê Adarê Eylem Ceylan, diyar kir ku kesek nikare pîrozbahiyên rojek gerdûnî qedexe bike û wiha got: “Her sal jin ji bo vê roja heybet pîroz bikin dadikevin kolanan. Me jinên Amedê starta 8’ê Adarê li navçeya dîrokî Sûrê da. Bi rih û çoşek mezin hat pîrozkirin. Hêjî ev çoş û xebatên me didomin, serlêdana me ya ji bo mîtîngê ji aliyê Waliyê Amedê ve hatiye redkirin.”
EM Ê MÎRATEYA JINAN LI QADAN PÎROZ BIKIN
Ceylan, anî ziman ku ew qedexeya Waliyê Amedê ya ji bo 8’ê Adarê ku li hemû cihên cîhanê tê pîrozkirin rast nabînin û wiha axivî: “Em qedexeyê qebûl nakin û nas nakin. 8’ê Adarê mîrateya jinên cîhanê ye. Ji ber vê yeke em bi biryarin ku bi heybet pîroz bikin. Ji bo biryara demildest bê sererastkirin hevdîtinên me didomin. Biryar çi be bila bibe em bang li hemû jinan dikin ku 8’ê Adarê li qadan pîroz bikin.”