TJA: Biryara Daraza Bilind bê hikm e

TJA'yê li dijî biryara betalkirina endamtiya partiyê ya Yuksekdag helwest nîşan da û got, "Em Yuksekdag û berxwedana wê ya rûmetdar slav dikin."

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî mijara betalkirina endamtiya partiyê ya Hevseroka HDP’ê Yuksekdag a ji hêla Daraza Bilind ve daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Di rastiya têkoşîna me ya jinê de rêgezeke sereke heye; endamtiya tevgera jinê, temsîlên polîtîk û pargirtinên saziyan ji hêla jinan û gel ve têne diyarkirin. Ev rêgeza diyarkirî tenê li gorî ked, têkoşîn û hêza berxwedanê bi teşe dibe. Endamtiyên fermî û temsîl ku ji hêla sîstemên yasayî ve têne diyakirin tenê hêleke xebatên me ne û ne rêgeza serke ne. Ji bo vê jî ji hêla Daraza Bilind ve betalkirna endamtiya partiyê ya Hevseroka me birêz Fîgen Yuksekdag ji bo me ti hikmê wê nîn e. Lê ev biryara bê mane û bê nirx ku li dijî birêz Yuksekdag bûye polîtîkayeke taybet nîşan dide ku hikûmet û daraza wê dijminatiyeke taybet bi jinê re dike. Divê neyê jibîrkirin ku têkoşîna azadiyê û dîroka rizgariya jinê wê van biryaran di demeke pir nêz de şermîdar bike û mehkûm bike. Em weke tevgera jinê birêz Yuksekdag û berxwedana wê ya rûmetdar slav dikin û dibêjin, azadî teqez wê bi ser bikeve."