Tînîxara Gûanche piştgirî da grevên birçîbûnê

Endama parlamentoya herêma Baskê ya partiya Podemos a Spanyayê Tînîxara Gûanche (TînîÇara Gwançê) piştgirî da grevên briçîbûnê û got; “Em ê mijara greva birçîbûnê û piştevaniya ji bo mafê Kurdan bixin rojeva parlamto û nûnerên xwe yên li parlamena Baskê.”

Li qada navneteweyî piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê didomin. Endama parlamentoya herêma Baskê ya partiya Podemos a Spanyayê ku partiyeke çepgir e, Tînîxara Gûanche (TînîÇara Gwançê) li ser twîtterê daxuyaniyek weşad.

Gûancehe wiha got; “Em piştgiriya jinên greva birçîbûnê dikin ku bi berxwedan û têkoşînê li dijî binpêkirinên mafan radiwestin. Jinên HDP û DBP’yî dixwazin tecrîda li ser hemû girtiyan bi dawî bibe û mafên wan dixwazin.”