Tevkarên DOKH’ê qetikirina jina ducanî şermezar kirin
Tevkarên DOKH’ê qetikirina jina ducanî şermezar kirin
Tevkarên DOKH’ê qetikirina jina ducanî şermezar kirin
Li Êlihê Necat Bayar (50), hevsera xwe ya 3'emîn ku bi mara mele ya zorê pêre zewicî Gulşen Ertugrul qetil kiribû. Piştî qetilkirina Ertugrul, di pêşengiya DOKH’ê de ev bûyer hate şermezarkirin û jin çûn serdana gorê.
Li Êlihê duh Necat Bayar ê 50 salî bi darê zorê û mara mele bi Gulşen Ertugrul a 19 salî re zewicî. Bayar, piştî bi zorê bi Ertugrul re zewicî, li taxa Beşevlerê hevsera xwe ya 3'emîn a mala mele Gulşen Ertugrul qetil kiribû. Bi vê mabestê iro jin di pêşengiya tevkarên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) de, li goristan Asrî ya Êlihê meş li darxistin û gorê ziyaret kirin. Di meşê de jinên BDP’yî û endamên Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê amade bûn. Meş ji ber derê goristanê destpêkir û meşê de pankarta “Em ê ji qetliyama jinê re bê deng nemînin” û dowîzên “Ji qirkirina jinê re na”, “Dest nede beden û îrada min”, “Azadiya jinê azadiya civakê ye” û “Em li hemberî ciyayetan di raperî nê de ne tu li ku yî” hatin hildan. Meş li ser gora Ertugrul bi dawî bû û jinan li vir qurnefîlên sor danîn ser gorê. Piştî jinên DOKH’ê malbat û eqrebeyên Ertugrul jî hatin ser gorê û amade bûn. Malbat bi hesetwariyek mezin hate ser gorê keça xwe li ser gorê lorandin. Demek kin li ser gorê kêliyên hestewar hatin jiyîn û bertek hatin nîşandan.
Dayik Zekiye Ertugrul, li ser gora keça xwe bi hestewar axivî û wiha got: “Keça min bê sûç û sebep hate qetilkirin. Tu suçê keça min tune bû. Em ê tu carê viya qebul nekin û nedin qebulkirin. Tenê ne zilamê keça min; hemû sûçê malbata wan heye di vê bûyerê de. Sûcê xwesû û hemû malbatê heye. Keça min bi gelek guleyên çekê kuştin. Bi rojane li keça min îşkence dikirin û herî dawî wê kuştin. Ez ê heta dawiya li pey doza keça xwe bûm û em ê doza wê bibin her deverê.”
‘HETA DAWIYÊ EM Ê AZADIYA JINÊ BIXWAZIN’
Ji ber xemgînî û hestewariya malbatê jinan daxuyaniya xwe ku amade kiribûn ne xwendin û bê xwendin li endamê çapemeniyê belavkirin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku her roja ku diçe di cinayetên jinan de yek bi yek zêdebûn çê dibe û her roj gelek jin ji aliyên hevserên xwe ve bi hovane tên qetilkirin û li Tirkiyê her ku diçe ev hejmar zêde dibe. Di daxuyaniyê de hate gotin ku li Êlihê di demên dawî ev cinayetên jinan hişê mirovan di sekinîn û derketiye asta herî jor. Di daxuyaniyê de hate zanîn ku her roj ew bi kuştina jinekê ji xwe şiyar dibin û hate gotin ku Êlih bi agahiya jinek hate qetilkirin şiyar bûye. Hate destnîşan kirin ku dê ew wek jinan her tim li hember qetliyama jinan bi sekinin û hate diyar kirin ku li gel hemû bedel dayînê dê ji bo azadiya jinê xebatê xwe rêxistinkirinê berfirek bikin.
Piştî dua û fatîhayan jin serdana gorê bi dawî bû û jin ji hev belav bûn.
Li aliyê din hat zanîn ku hevserê Ertugrul ê bi mara mele Necat Bayar ku duh hatibû binçavkirin piştî ifadeyên wî hatiye girtin û ew şandine Girtîgeha Tîpa M’ê ya Êlihê.