Tevgera Jinên Azad: Em ê pergala diktatoriyê têk bibin!

TJA’yê peyamek weşand, diyar kir ku wê di referandûmê de ‘NA’ bi ser bikeve û pergala diktatoriyê wê têk biçe.

Tevgera Jinên Azad, derbarê pêvajoya referandûmê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal birin ser berxwedanên 8’ê Adarê û Newrozê û ev tişt hatin diyar kirin:

“Polîtîkayên înkar û îmhayê yên ku bi zilm, komkujî, îşkence, operasyonên siyasî û hilweşandina bajaran re hewl dide têkoşîna azadiyê ya Kurdan, jinan û hêzên demokratîk têk bibe, li hemberî pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê têk çû. Di vê pêvajoyê de jin ji tirs hilweşe, hêzên demokratîk dakevin qadan û têkoşîn xurttir bibe, roleke dîrokî ya pêşengiyê bi cih anîn. Di vê serdemê de ya ku dîrok ji nû ve saz tê kirin, têkoşîna jinan, berxwedana şaristaniya demokratîk xurttir kiriye. Careke din hatiye dîtin ku qesr, desthilatdarî û dîktatorî teqez wê têk biçin û gel, azadî û têkoşîn wê bi ser bikevin. Di vî warî de em jin, ciwan û gelê xwe yê ku bi helwesteke berxwedanê berê xwe dan 8’ê Adarê û Newrozê bi rêz û hurmet silav dikin.”

‘BI NAYÊ EM Ê DIKTATORIYÊ HILWEŞÎNIN’

Di dumahîka daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:

“Ji bo guherîna makezagona nû ya li ser Pergala Seroktiyê, di 16’ê Nîsana 2017’an de referandûmek wê pêk bê. Di vê makezagonê de gel, jin, çand, bawerî û hemû cihêtî tune tên hesibandin û tê înkar kirin. Di vê makezagonê de yek ziman, yek netewe û yek ol heye, û dixwazin vî tiştî têxin bin îradeya yek zilamî. Di vê makezagonê de mafê gelê Kurd, ê wekî perwerdehî, xweseriya demokratîk û mafên çandî tune. Ji ber vê jî di referandûmê de yan em ê Dîktator û pergaleke dîktatoriyê hilbijêrin an jî em ê Dîktator û pergala dîktatoriyê têk bibin.

Mafê wî heye ku meclîsê betal bike. Ango li gorî kêfa xwe dikare parlementoyê ji holê rake. Ev tê vê wateyê ku meclîs dikeve bin îradeya kesekî. Meclîs jî wê bi tirsa betalbûn û hilbijartina pêşwext wê nikaribe mûxalefetekê bike.

Ji ber vê jî di referandûmê de em bibêjin, JI DÎKTATORIYÊ RE NA.”

Di daxuyaniyê de girîngiya ‘NA’yê hate destnîşan kirin û ev tişt hatin diyarkirin:

‘JI DESTHILATDARÎ, MÊTINGERÎ, TALANÊ RE NA!’

“ Li Tirkiyeyê li ser axeke hevpar, di esasên Komara Demokratîk de ji bo Makezagoneke Demokratîk a ku hemû cihêtî û maf û azadiyên bingehîn di jêr mîsogeriya makezagonê de ye, em dibêjin NA. NA, têkoşîna yekîtiya demokratîk a li hemberî faşîzmê ye. Ji bo em li hemberî tariyê bibêjin ronahî, li hemberî xerabiyê em bibêjin qencî, li hemberî qirêjiyan em bibêjin bedewî, em dibêjin NA.

Ji ber ku, kuştin û şîddeta li ser jinan di hikumeta AKP’ê de ji sedî 1400’î zêdetir bû. Di sala 2016’an de ev rêje zêde bû û li gorî hejmarên fermî 397 kuştinên li ser jinan pêk hat. Li Tirkiyeyê ji du jinan yek, rastî şîddeta hevjînê xwe tê. Îstîsmarkirina zarokan bi lez û bez zêde dibe.

Li Kurdistanê di şerê piştî Gelawêja 2015’an 113 jin hatin kuştin. Di serî de li navçeyên wekî Nisêbîn, Sûr, Cizîr, Hezex, Şirnex, Gever û Kerboranê, bi dehan bajar, navçe û gund çekên giran hate rûxandin. Ji 500 hezarî zêdetir mirov, ji neçarî koç kirin. Bandora vê pêvajoyê herî zêde li ser jin û zarokan çêbû.

‘JI BO SEKINANDINA QIRKIRINÊN LI SER JINÊ, NA!’

Li hemberî jinên ku ji aliyê gel hatibûn hilbijartin, polîtîkayeke taybet a girtinê pêk anîn. 7 parlementer û 34 şaredarên jin û bi dehan endamên meclîsên şaredariyan hê jî di girtîgehê de ne.

Bi Rewşa Awarte re, di serî de Kongreya Jinan a Azad û bi dehan saziyên jinan bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan da hate girtin; xebatên 37 navend û saziyên jinan ên bi ser şaredariyên DBP’ê ji aliyê qayyiman hatin sekinandin. Pêşî li şîddeta li ser jinan vekirin.

Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de bi hezaran jinan bêkar man. Ekonomî ji sedî 3 biçûk bû. Rêjeya bêkariyê gihişt sedî 30’î. Jin di warê ekonomîk de li derve hatin hiştin.

Bi gotinên xwe yên wekî “Nebêjin ev jin e, ev zarok e, lêbidin”, “Wekheviya jin û mêran li dijî fitratê ye”, “Ne rast e ku jinên bi heml li kuçeyan bigerin” feraseta desthilatdariya mêrbûnê bi cih kir. Got, “Ji carekê tiştek nabe” û bi vî awayî îstîsmara li ser zarokan meşrû kir. Tenê piştî Gelawêja 2015’an li Kurdistanê 117 zarok hatin kuştin.

‘JI QIRKIRINÊN LI SER ZAROKAN RE NA!’

Niha jî bi hêza me ya berxwedanê ya 8’ê Adarê û bi helwesta têkoşîna di Newrozê de, divê em bi hemû hêza xwe ji bo xebatên NA’yê yên referandûmê bixebitin. Em hemû jinan vedixwînin ku mal bi mal, gund bi gund, kuçe bi kuçe li jêr slogana NA’yê werin ba hev û têkevin nava xebatan.”