‘Teslîmkirina Taşdemîr biryareke siyasî ye’

Derkete holê ku aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr ku 4’ê Tîrmehê Norwêçê teslîmî Tirkiyê kiribû bi nexweşiyeke giran e û li Elmanya emeliyat bûye.

Norwêçê 4’ê Tîrmehê aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr, li gel binpêkirina mafê mirovan a li Tirkiyê û gavên dijî mirovane ên li ser girtiyan jî teslîmî Tirkiyê kir.
Taşdemîr 2015’an îltîcaya siyasî li Norwêçê kir. Daxwaza Taşdemîr bi gotina, ‘’Tu ne siyasî yî, tu vegerî Tirkiyê ti taloke li ser te tine’’ nahete qebûlkirin. Lê piştre derkete holê ku daxwaza îltîcayê ya Taşdemîr ku bi nexweşiya giran e hatiye redkirin.
Taşdemîr piştî ku prosedûra îltîcayê ya li Norwêçê bi dawî bû derbasî Elmanya bû û daxwaza îltîcayê kir. Elmanya jî ev bi hinceta peymana Dublînê qebûl nekir û 2’ê Tîrmehê bi bayê bezê radestî Norwêçê kir.
Kurdistaniyên li Norwêçê û rêxistinên mafê mirovan, rêxistinên jinan 3’yê Tîrmehê bi rêya parêzeran ji geşedanan haydar bûn.
Di serî de Rêxistina Efûyê, rêxistinên mafê mirovan û jinan derbarê tewşa tenduristiya Taşdemîr hewl û li ser zextên ku li Tirkiyê wê li ser Taşdemîr werin kirin hewl dan, name nivîsin lê dîsa jî şandin Tirkiyê.
LI GEL NEXWEŞIYA DIL NEXWEŞIYÊN DIN JÎ HENE
Taşdemîr dema ku prosedûra îltîcayê li Norwêçê dom dikir tedawî dibû, li gel nexweşiya dil her wiha diyar bû ku laşê wê xwînê çênake. Derkete holê beriya ku ji Elmanyayê biçe Norwêçê hatiye emeliyat kirin.
AYDAR: BIRYAR SIYASÎ YE

Siyasetmedar Seher Aydar li ser teslîmkirina Taşdemîr axivî û got, ‘’Norwêç dibêje wan biryara xwe bi teknîkî daye. Lê diyar e ku biryar siyasî ye. Ji gelek derdoran penaber hatin Norwêçê, hema hema daxwaza hemûyan a îltîcayê hate qebûlkirin. Li gel ku Norwêç ji rewşa Tirkiyê pir serwext e jî Gulîzar Taşdemîr radestî Tirkiyê kir.’’’
Aydar li ser vê biryarê got biryareke siyasî ye û domand: ‘’Li Tirkiyê tu ne xwedî aktîvîtyeke zêde ya siyasî jî be, tenê bi sempati li nêzîkatiya Erdogan nenerî ev dibe hincet ku bikevî girtîgehê. Ji bo vê jî teslîmkirina Taşdemîr bi biryareke siyasî ye.’’
Aydar got wan ji Norwêçê xwestiye ku rewşa Taşdemîr a li Tirkiyê bişopînin û got, rêxistinên mafê mirovan û jinan derbarê tewşa tenduristiya Taşdemîr û rewşa girtîbûna wê agahiyê dixwazin.