Telebanî: Di êrîşan de sûcdarkirina PKK’ê bê exlaqiye
Seroka Koma Parlemetoya Iraqê ya YNK’ê Ala Telebanî, êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir, got: “PKK’ê weke berpirsê êrîşê dîtin bê exlaqiye.”
Seroka Koma Parlemetoya Iraqê ya YNK’ê Ala Telebanî, êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kir, got: “PKK’ê weke berpirsê êrîşê dîtin bê exlaqiye.”
Telabanî ya ku ji bo dezgehên çapemeniyê daxuyaniyek şand wiha got: “Bi tundî em êrîşê şermezar dike. Derbaskirina sînorên Başûrê Kurdistanê û êrîş kirin, tê wateya binpêkirina yasayan.”
Telabanî ev nirxandin kir: “Divê ji bo vê, hemû partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li dijî êrîşê bi yek dengî li hember rabe û hikûmet peyemên şermezarkirina Tirkiyeyê ji bo Başûrê Kurdistan û parlemetoya Iraqê rabigihîne. Ji ber ku pêşmerge û şervan li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Bi şerê xwe hem parastina Kurdistanê dike, hem jî nîşanî tevahî cîhanê da ku hêzekî aştîxwazin.