Têkildarî dîlgirtina Leyla Guven hinceta biryarê hate eşkerekirin

Têkildarî dîlgirtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, hinceta biryara cezayê girtîgehê hate eşkerekirin.

Leyla Guven ku bi sûcdariya "endametiya rêxistinê" 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, di 21'ê Kanûnê de hatibû girtin.

9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, hinceta cezayê girtîgehê eşkere kir.

Li gorî biryarê, daxwaza parêzerên Guven a ji bo dema parastinê bi îdîaya "li dijî pîvana darizandina wekhev e" hate redkirin.

Di hinceta biryarê de hate îdîakirin ku KCD ji aliyê PKK'ê ve hatiye avakirin û di kongreya awarte ya 27'ê Kanûna 2015'an de "xwedî li xwerêveberiyê derketiye." Dadgeriya Tirk bi vê hincetê, karê KCD'ê weke "karê rêxistina terorê" qebûl kir.

Dadgehê çalakî û daxuyaniyên KCD'ê weke "karê rêxistina terorê" dît û 23 çalakî û daxuyaniyên ku Leyla Guven tevlî bûn di çarçoveya vê pênaseyê de nirxand.

Rexneya Guven a li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava weke çend ji hincetên ceza hatin nîşandan.

REXNEYA LI BAVIKSALARIYÊ JÎ WEKE SÛC HATE NÎŞANDAN

Rerxneyên li baviksalariyê jî ji aliyê dadgehê ve weke sûc hate nirxandin. Dadgehê têkildarî axaftina Guven a ku pergala dayiktiyê diparast bi vî rengî nirxand, "Gotina, 'koka mirovan ji dayikê tê, xwedî naverokeke înkarê ye û dibe sedema nefretê."