Taşdemîr: Jinên têkoşer dibin hedef

Wekîla HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bal kişand ser zêdebûna tundiya li jinê ya di dema şewbê de û diyar kir, desthilatdarî li şûna ku pêşî li tundiyê bigire, êrişî jinan dike.

Li gorî statîstîkan, li Tirkiyeyê di dema şewbê de bûyerên tundiya li jinan bi rêjeya 30 ji sedî zêde bûn. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ragihand ku tundiya li jinê, komkujiya jinê ji polîtîkayên desthilatdariyê ne cuda ne. Taşdemîr destnîşan kir ku tundiya li jinê ji daneyên fermî gelekî zêdetir e.

Taşdemîr anî ziman ku mirina jinan, tundiya li jinan gihîştiye asteke mezin û got, "Bêguman krîzên li Tirkiyeyê diqewimin ji gotinên siyasî yên desthilatdariya AKP'ê ne cuda ne. Desthilatdarî ku demeke dirêj e destketiyên jinan dike hedef, bi tunekirina mekanîzmayên saziyî yên bi keda jinê hatine afirandin, dixwaze jinan bêparastin bihêle. Ev yek bi taybetî li qadên xwecihî tê kirin. Di dema şewbê de serlêdana li stargehên jinan, li mekanîzmayên hêzên ewlekariyê zehmet bû. Ji bo jin van mekanîzmayan nikaribin bi kar bînin çi ji destê wan hat kirin.

Jin bê alternatîf, bêçareserî, bêparastin hiştin. Bi hinceta şewbê jin li malê hatin girtin û şîret li wan kirin ku tundiyê qebûl bikin. Ji xwe mekanîzmayên ku jinan serî li wan didan tasfiye kirin. Jinên ku çareserî ji tundiyê re nedîtin, jinên ku bêalternatîf hatin hiştin ber bi xwekuştinê ve hatin dehfdan. Yan jî kuştina ku di nava malbatê de hate kirin weke xwekuştinê hate nîşandan. Têkildarî vê yekê lêpirsîneke bi bandor nehate meşandin. Herî dawî li Agirî, Mêrdîn û Amedê jin bi rengekî gumanbar mirin. Van jinan berê diyar kiribûn ku li nava malbatê tundî li wan tê kirin. Lê belê ev nayên lêkolîn, tundiya heyî weke asayî tê nîşandan. AKP bi vê helwesta xwe zemînê ji bûyerên diqewimin re diafirîne."

'JINÊN KU SERÎ LI BER WAN DITEWÎNE DIXWAZIN'

Taşdemîr diyar kir ku desthilatdarî dixwaze rejîmeke nû ava bike û bi bîr xist, AKP 18 sal in bi rêk û pêş êrişê dibe ser têkoşîna jinan. Taşdemîr destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze di nava rejîma wan a nû de jinên ku dixwazin bibin mirovên azad û wekhev tune bin, dixwazin jinê ku li malê ye, serî ditewîne, zarokan tîne dunyayê, jinên ku hebûna xwe ya însanî înkar dike û tenê li nava malbatê xwe pênase dike, biafirîne. Taşdemîr got, "Jinên ku vê nêzîkatiya îdeolojîk qebûl nakin, li dijî faşîzmê têdikoşin, hem Tevgera Jinên Kurd hem jî Tevgera Jinên Şoreşger dibin hedef.

Lewma jinên Kurd bi rengekî giran dibin hedef. Ne tenê li Kurdistanê li Parîsê 3 jin hatin qetilkirin, li Kobanê 3 jin ên aktîvîst siyasetmedar hatin qetilkirin. Ne tenê li Tirkiyeyê her wiha li Rojhilata Navîn niha pêvajoyeke şoreşgerî heye. Ev pêvajoya ronakbîriyê di şexsê jinên Kurd de pêk tê. Di vê pêvajoyê de jin bi rola pêşengiyê radibin. Dibe ku ya wan dixe nava fikaran ev be.

Li Rojhilata Navîn komên radîkal hewl didin têkoşîna jinê ji holê rakin, ji aliyê îdeolojîk ve bi avakirina bazarên kolekirina jinan, têkoşîna jinê ji holê rakin. Desthilatdariya AKP'ê jî bi versiyoneke cuda vê yekê dike. Aktîvîstên jin tê girtin, sîstema hevserokatiyê weke gefekê tê pênasekirin, aktîvîstên jin tên kuştin. Ji wan heye ku heta hêza jinê bi temamî tasfiye nekin nikarin rejîmeke nû ava bikin. Ji ber vê yekê têkoşîna jinê bi her rengî di nava metirsiyê de ye, lê di heman demê de di nava berxwedaneke mezin de ye."