Taşdemîr: Divê azadiya Rêzdar Ocalan bibe rojev

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr li konferansa jinan a Amedê axivî û got, ''Divê em azadiya rêzdar Ocalan di rojevê de bihêlin''.

Konferansa ku pêkhhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa  Jinan a HDP'ê li Hêwana Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya Rêxistina Bajêr a Amedê organîze kirî bi dirûşma ''Rêxistiniya me azadiya me'' didome.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û Parlamentera Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr Leyla Guven û girtiyên siyasî ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin dest bi grêva birçîbûnê kirine slav kir.

'TECRÎD LI SER ME HEMÛYAN E, DIVÊ EM OCALAN AZAD BIKIN'

Taşdemîr got bal kişande ser grêva birçîbûnê ya Leyla Guven û got, ''Daxwazên Leyla Guven daxwazên me hemûyan e û em hemû li dijî tecrîdê ne. Leyla Guven bûye dengê me hemûyan û li her deverê em ê destekê bidin Leyla Guven û li dijî tecrîdê çalakiyên xwe geş bikin. Tecrîd ne tenê li ser Rêzdar Abdullah Oalan e, ev tecrîd li ser hemû gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Tecrîd li ser jinan e, li ser demokrasiyê ye, li ser aştî, yekîtiya me ye. Em jinên HDP'yî vê tecrîdê tecrîda li ser xwe dibînin û tecrîd li ser me jî hatiye danîn. Ji bo vê jî li dijî tecrîdê divê berxwedaniyeke geş hebe û pêşengiya vê divê jin bikin. Daxwaza me ne tenê ew e ku tecrîd rabe, piştî vê, divê em azadiya Rêzdar Ocalan di rojevê de bihêlin û bi şikandina tecrîdê divê em dest bi vê têkoşînê bikin.''

'EM Ê HESAB BIPIRSIN'

Taşdemîr têkilî hilbijartinên xwecih jî got ew ê di hilbijartinê de hesab bipirsin, di têkoşîna 40 salî de gelek destkeftiyên mezin çêbûne û dixwazin êrîşê bînni ser van destkeftiyên wan. Taşdemîr got, ''Şêwaza me ya rêveberiyê taloke dîtin û ji bo vê jî niha hevserokên me, parlamenterên me girtî ne. Em ê di vê hilbijartinê de bersiveke mezin bidine wan.''

'HER DEVER QADA TÊKOŞÎNÊ YE'

Aktivîsta TJA'yê Aynûr Aşan jî peyama TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê xwend. Di peyamê de hate gotin, ''Ji bo me jinan her dever qada têkoşînê ye. Di hemû pêvajoyan de em têkoşiyan, me gotina xwe kir û di vê pêvajoyê de jî em ê gotina xwe bikin. Em jin wiha bi hêsanî tevlî siyasetê nebûn. Me berdêl dane,em têkoşiyan û bi berxwedanê em ketin siyasetê. Sakîne, Sêvê, Pakîze, Fatma û Leyla jinên me ne ku li ber xwe dane û berdêl dane. Em jin bi zanista jineolojiyê  rêxistiniya xwe dikin û têdikoşin. Bi vê baweriyê me rihekî nû da têkoşîna xwe. Her yek ji me divê bi giyanekî fedaî xwe tevlî nav xebatan bike. Em vê hêzê ji rêxistiniya xwe û ji Rêbertiya xwe distînin''.