Talîbanê qedexe kir ku jin bi tena serê xwe bigerin

Piştî di 15'ê Tebaxê de Talîbanê paytexta Afxanîstanê Kabîlê bi dest xist, li Afxanîstanê bi taybetî di warê mafên jinan de binpêkirin her ku diçe zêde dibe.

Piştî di 15'ê Tebaxê de Talîbanê paytexta Afxanîstanê Kabîlê bi dest xist, li Afxanîstanê bi taybetî di warê mafên jinan de binpêkirin her ku diçe zêde dibe. Talîbanê di roja yekşemê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di rêwitiyên dûr û dirêj de jin bi tena serê xwe nikarin bigerin û divê li gel wan mêrek hebe.

Her wiha Talîbanê hişyarî da ajokaran ku nehêle jinên bi 'Paçikê Îslamî' rûyê xwe nenixumandîne li wesayitên wan siwar bibin.

Piştî di 15'ê Tebaxê de Talîbanê paytexta Afxanîstanê Kabîlê bi dest xist bi taybetî jî di warê jin û zarokên keç de gelek qedexe derxistin.