TAJÊ: Qetlîama Parîsê kiryareke siyasî ye

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 4. salvegera qetlîama Parîsê peyamek şand û got: Qatlîama Parîsê bûyerekî siyasî ye, bi vê qetlîamê xwestin peyamek bidin hemû jinên têkoşer û derb li doza têkoşîna azadiya jinê bixin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), qetlîama Parîsê û hevkarên li pişt qetlîamê şermezar kir û bang li tevgerên mafê mirovan û hiqûknasên bê alî kir ku ji bo ronîkirina qetlîamê bikevin nava tevgerê û bêdeng nemînin. 

TAJÊ, destnîşan kir, di 4. salvegera şahadeta her 3 jinên têkoşer ku li Parîsê hatin qetîlkirin, hemu jinên di têkoşîna azadiya jinê de gihiştine şehadetê bi bîr anî. TAJÊ'ê diyar kir ku diviya bû ku di salvegera 4. de hemû hêz û kesên li pişt qetlîamê hatiba eşkerekirin, lê bi kuştina Omer Gûney re xwestin rastiya qetlîamê bidin nixûmandin, çavê jinên doza azadiyê bi tîrsînin û kuştinên wisa asayî bikin.

Di peyamên TAJÊ de ev tişt hat gotin: "Qatlîama Parîsê bûyerekî siyasî ye, bi vê qetlîamê xwestin peyamek bidin hemû jinên têkoşer. Bi vê bûyerê re xwestin derbeyên mezin li doza têkoşîna azadiya jinê bixin. Heval Sara, Fîdan û Leyla bi zanebûn hatin hiljartin û hedef kirin. Di vê qetlîamê de girêdana MÎT'a Tirkan, sîxûriya Fransa, dewletên Avropa û hesabên mezîn jî li pişt hene. Lê belê bi kuştina tekîkarê bûyerê re, xwestin ser mijarê bigrin û rastiyan di tarîtiyê de bi fetisînin. Lê belê têkoşîna van jinan bûne rêberê têkoşîna azadiyê jinê,ji hemû jinên cîhanê re. Bila her kes baş bizanibin ku ev hesab û doz bi kuştina Omer Guneyê bi dawî nabe, em ê têkoşîna xwe ya edaletê heta doz bi encam bibe bişopînin." 

'BI HATINA ŞERVANAN RE ME RASTIYA SARA NAS KIR'

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi bîr xist ku ew wek jinên Êzîdî yên Şengalê piştî fermanê ku hate kirin, gelek êş û azar jiyan kir, hêviya xwe winda kiribû û xwe gelek bê hêz hîs dikirin. TAJÊ'ê got: "Bi hatina şervanên azadiyê ve me rastiya Sarayan nas kir. Di ronahiya têkoşîn, înat, sekna bi rûmet a li dijî dijmin û di israra Sara de, me hêviyekî mezin ji bo têkoşîna azadiyê ji xwe re ava kir. Di şert û mercên herî zehmet û êrîşên dewleta Tirk- DAIŞ'ê de heval Sara bi seknekî zana û rêxistinkîrî têkoşîna xwe ser xist. Ev rastî ji bo me bû rêberiyekî mezin.

Em wek jinên Êzîdî çawa ku heval Sara di girtîgeha Amedê de, li dijî desthilatdariya hişmendiya mêr li ber xwe da, em ê jî heman têkoşîna wê li dijî hemû cure desthilatdariya zilam a ku herî dawî bi navê DAIŞ'Ê xwe da der, bidin meşandin û em ê xwedî li doza Sarayan derbikevin."

TAJÊ'ê herî dawî destnîşan kir ku wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî vê qirkirinê û dewletên hevkarê vê bûyerê, şermezar kir, bang tevgerên mafê mirovan û hiqûknasên bê alî kirin ku ji bo ronîkirina qetlîamê bikevin nava tevgerê û bêdeng nemînin.