TAJÊ têkildarî tecrîdê nameyek ji CPT re şand

Komîteya dîplomasiyê ya TAJÊ, ji bo balê bikişîne ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji CPT’yê re name şand û daxwaza eşkerekirina encama hevdîtinê kir.

Ji bo zelalkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komîteya dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) nameyek ji CPT’yê re şand. 

Komîteya diplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di destpêka nameyê de bal kişand ser ser analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dan zanîn ku di fermanê de bi saya wan analîzan civak hatiye parastin û wiha hat gotin: 

“Em civaka Êzidî, civakek aştîxwaz xwedî bawerî û çandeke demokratîk a kevnar a beriya hezar salan in. Ji aliyê sîstema baviksalarî ya qirker ve em rastî 74  fermanan hatine, ji wan fermanan bi dehan ferman bi destên Osmaniyan pêk hatine. Fermana dawî ya 3’ê Tebaxa 2014’an ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve bi rengekî hovane li ser civaka me pêk hat. Trajediya fermanê cîhan di roja îro de dizane û ji aliyê 13 welatan ve bi fermî hatiye naskirin. Bi fikir û felsefeya neteweya demoratîk îro em jinên Êzidî, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ û civaka Êzidî, hemû netew û bawariyên li heremê dijîn, xwe bi rêxistin dikin.”

Komîteyê bal kişandiye ser şêwazên tecrîda girankirî û wiha hat gotin: “Ev 25 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê di hucreyê de bi awayekî derhiqûqî dîlgirtî ye. Tecrîda li Îmraliyê veguheriye tecrîda mutlaq û şerekî taybet a siyasî, ev yek tenê xizmeta berjewendiyên hêzên komploger ên hegomonîk dike. Her wiha ji 25’ê Adara 2021’ê ve ne bi parêzer ne jî bi malbatê re hevdîtin çênebûye û bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Em û bi milyonan mirovên azadîxwaz  ji bo tendirustiya Rêber Apo di nav fikaran de ne. Em dixwazin bi bîr bixin ku Rêber Apo, Rêberê gelên bindest e, girtiyek siyasî ye lê ji mafê herî rewa tê mehrûmkirin, heta nivîsandina nameyek hatiye qedexekirin. Gelo ka edalet? Biryara dadgeha Ewropayê ya mafên mirovan heqê hêviyê ji bo girtiyan ku nabe mirovek heta hetayê di zindanê de bimîne heye, lê ev yek heya niha pêk nehatiye. Gelek zagon û tifaq li dijî êşkenceya li ser dîlgirtiyan hene ku dewleta Tirk bi xwe jî îmze kirine. Ev hemû tên binpêkirin. Her wiha CPT’yê çend car serdana Îmraliyê kiriye, herî dawî  serdana wê ya sala 2022’yan çêbûye, lê çima heya niha bi rengekî zelal rapor bi raya giştî re nehatiye parvekirin. Çima hûn li erk û berpirsyariyên xwe yên exlaqî û wijdanî xwedî dernakevin, pêşiya vê êşkence û tecrîdê nagirin.”

Komîteya dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di dawiyê de da zanîn ku divê CPT’yê li erka xwe xwedî derkeve û 3 xalên zelal ji bo rewşa Îmraliyê ev daxwaz kir:

“*Divê ji aliyê CPT’yê ve encama rapora serdana Îmraliyê, bi raya gîştî re, bê parvekirin.

*Ji bo Îmraliyê serdana bijîşkan çêbibe, her wiha hevdîtin bi malbat û parêzerên Rêbertî re çêbibin.

*Li gorî zagon û biryara Dadgeha Mafên Mirovan, mafê hêviyê bikeve meriyetê.”