TAJÊ panela ‘Jinên rizgarbûyî û dîl girtî yên Êzidî’ lidar dixe

TAJÊ di çarçoveya kampanyaya bi dirûşmeya ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ panela bi sernavê ‘Jinên rizgarbûyî û dîl girtî yên Êzidî’ lidar dixe.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 8’ê Adara 2024’an li dijî qirkirina jin kampanyayek bi dirûşmeya, ‘Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê’ ragihandibû. Kampanya wê heya salvegera fermanê ango 3’yê Tebaxê dewam bike. Di çarçoveya kampanyayê de bi dehan kar û çalakî hatin lidarxistin û ev çalakî her diçe berfirehtir û dewlemendtir dibe.

Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ panelek li ser mijara jinên Êzidî yên di dema fermanê de dîl ketine destê DAÎŞ’ê tê lidar xistin.

Gelek jinên ji destê DAÎŞ’ê rizgarbûne û niha li Şengalê dijîn jî tevlî panelê bûn. Panel bi beşdariya zêdeyî 40 jinan pêk tê.

Komîteya amadekar diyar kir, ew vê xebatê di şexsê Dayê Gûlê, Dayê Zêrê û jina ciwan Cîlan de diyarî hemû jinên li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê li ber xwedane dikin. Panel di saet 14.00’an de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Panel bi moderatoriya Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî birêve diçe.

Ferîde Şengalî têkildarî armanc û naveroka xebatê de axivî: “Em di çarçoveya kampanyaya TAJÊ de vê xebata xwe lidar dixin. Hîn jî 3 hezar Êzidî çarenûsa xwe diyar nîne. Panela me li ser jinên dîl girtiye.”

Piştî axaftina vekirinê peyama YJŞ’ê ji aliyê fermandara YJŞ’ê Hêza Şengalî ve dayîn û ev tişt hat gotin: “Cara yekemîne ji bo jinên dîl girtî, panelek bi vî rengî pêk tê. Ji bo hemû jinan bi taybet ji bo jinên Êzidî xweparastin girînge. Em hemû dizanin ku jinên Êzidî çi jiyane. Ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzidî bi sedan şervanên YPG-YPJ-YJŞ-YBŞ-YJA STAR û HGP’ê canê xwe dan.”

Hêza Şengalî ya ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûye, da zanîn destê malbata Barzanî û PDK’ê di fermanê de heye û got: “Em ê hesabê jinên Êzidî ku dîl ketine destê çeteyan û hîn jî di destê çeteyan de ne, bipirsin. Weke YJŞ’ê me sozda ji bo parastina jinên Êzidî. Me xwe bi vî awayî rêxistin kir. Me soz daye heya tolhildana jinên dîl girtî û rizgarkirina wan em ê têbikoşin.”