BI DÎMEN

TAJÊ: Em ê hesab ji kujerên jinan bixwazin

TAJÊ’yê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî qetilkirina Firyal Silêman Xalid da û got: “Wê hesab ji dijmin were xwestin.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyeniyekê êrîşa li dijî Firyal Silêman Xalid ya ku beriya du rojan Li Kerkûkê ji aliyê komek nenas ve hatibû qetilkirin, şermezar kir û got: “Jinek li kur li hember dagirkeriyê rabe tê hedefgirtin û şehîdxistin.”

Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bede ve hate dayîn.

Neam Bedel di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di şexsê heval Zelal û şehîdên têkoşîna azadiyê de, em tevahî şehîdan bibîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe di tewînin. Em weka tevgera azadiya jinên Êzidî êrîşên li ser tevahiya jinan, li ser xwe dibînin. Dewleta Tirk û hevkarê wê PDK'ê gelek hevalên me hedef girtine û qetil kirine. Sedemê hedef girtina hevalên me yên jin jî ew e ku ji hêza jinê ditirsin. Lê bila baş bi zanibin ku em jin tu carî xilas nabin û bi sedan pêşeng ji me herin jî wê şûna wan were dagirtin û hesap ji dijmin were xwestin.”

Neam Bedel bal kişand 6'emîn salvegera dagirkirina Efrînê û got: “Bila gelê Efrînê baş bi zanibe em wek civaka Êzidî û bi taybet jinên Êzidxanê bi hemû hêz û îrada xwe li pişta we ne. Em ê Efrîna xwe ji destê wan çeteyan rizgar bikin. Şengal û Rojava yek in, bila dijminê mirovahiyê baş bi zanibe ku ne Şengal bê Rojava dibe û ne jî Rojava bêyî Şengal dibe. Em ê bi hev re dewleta Tirk a dagirker ji wan herêman der bixin.”

Daxuyaniya TAJÊ bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Efrîn, Şengal û Rojava” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.