TAJÊ: Em ê her tim bi gelê xwe yê Rojava re bin

TAJÊ êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û bal kişand ser rola Rûsya û koalîsyona navneteweyî ya di êrîşan de. TAJÊ destnîşan kir ku ew bi gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê re ne.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

TAJÊ bi bîr xist ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê vê dema dawî zêde bûne û got, "Diyar e kud i civînên Soçî û Tehranê de çiraya kesk ji êrîşên dewleta Tirk re hatine pêxistin.

TAJÊ diyar kir ku Kobanê warê berxwedanê û cihê têkçûna DAÎŞ'ê ye û diyar ki rku êrîşên heyî yên dewleta Tirk ên li ser Kobanê tê wateya hewldana ji bo hilanîna tola DAÎŞ'ê.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Di êrîşên vê dawiyê de yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi taybetî jî Kobanê, zarokê 12 salî Mihemed şehîd bû, sê sivîl jî birîndar bûn. Her wiha 16 endamên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 3 jî birîndar bûn. Ji van êrîşan Rûsya û koalîsyona navneteweyî berpirsyar in. Her wiha berpirsyariya hikumeta Şamê jî tê de heye. Divê li hemberî destwerdana dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyeyê xwedî helwest be."

Bi navê TAJÊ êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê hate şermezarkirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Em careke din bi bîr dixin ku dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê bi erka xwe ya mirovahî rabû xwedî li civaka Êzidî derket. Em ê her tim piştevanê gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê bin."